RÊBAZ HESEN / ANF /HEWLÊR

Siyasetvanê Kurd Dr. Mehmûd Osman ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, “Tecrîda li Îmraliyê ya li hemberî Ocalan ne rewa ye. Divê xebatên ji bo kampanyaya ji Ocalan re azadî hê zêdetir bê xurtkirin.”

Dr. Osman got, Ocalan kesayetiyeke neteweyî ye û wiha peyivî: “Hevaltî û dostbûna me ji salên 70, 80’yî ya dema li Sûriyê bû. Dema Ocalan li Sûriye çend caran me hevdu dîtibû. Têkiliyên me yên hevaltî û dostaniyê xurt bûn. Ocalan kesekî têkoşer û bi xebata ku dikir dikarî pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bike. Heta wê demê kesî nedizanî pirsa Kurd heye an ne. Bi saya Ocalan ev yek pêk hat.”

Di vir de rola PKK’ê pirr mezin e

Dr. Mehmûd Osman bal kişand ser nêzîkatiya hikûmeta Tirk a ji bo çareseriya pirsa Kurd û got, “Hemû hikûmetên li Tirkiyeyê hatine avakirin bawerî bi hebûna Kurdan neanîne, her kesê ku ji bo Kurdîniyê xebatê bike weke terorîst bi nav dikin, şerê wan dike. Dema rewşeke wisa bû pirr asayî ye ku gelek ji bo hebûna xwe, nasname û çanda xwe li dijî hikûmeta ku tine dihesibîne şer bikin, têbikoşin. Di vir de rola PKK’ê pirr mezin e. PKK ji hemû partî û tevgerên din ên li ser navê Kurdan têkoşiyane, cuda ye, xwedî roleke sereke ye. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku di vir de rola herî sereke ya Ocalan e. Ocalan kir ku gel kom bibe û xebat ji bo doza Kurd bike. Ocalan ne tenê li Bakur, belkû li Başûr, Rojhilat û Rojava ji bo gel rabe, kar kir û kesayetiyeke neteweyî ye.”

   

Kurdan wek neteweyekê nabînin

Dr. Osman îşaret bi hevkariya Emerîka ya ji bo Tirkiye ya şerê li dijî Kurdan kir û wiha axivî: “Tirkiye ji ber ku endamê NATO’yê ye, bi vê hewlê Emerîka hevkariya Tirkiye dike ya ji bo şerê li dijî Kurdan. Hevkariya wan îro jî dom dike. Li ser hevkariya Emerîka ya ji bo welatekî, dewletên Ewrûpa jî piştgiriya wan dikin. Çareseriya pirsa Kurd li nava bernameya DYE û welatên Ewrûpayê nîne. Kurdan weke neteweyekê nabînin û napejirînin.”

Ewrûpa piştgiriya terorîzma Tirkiyeyê dike

Dr. Osman têkildarî salvegera 20’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev nirxandin kir: “Ev 20 sal in ku Ocalan bê ku sûcekî wî hebe li Îmraliyê di nava tecrîdê de tê ragirtin. Yekan e sûcê wî parastina gelê xwe ye. Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî komplo û tecrîdê bêmafî ye û ne hiqûqî ye. Bi vê yekê diyar dibe ku welatên Ewrûpî piştgiriya terorîzma Tirkiyeyê dikin.”

Divê kampanya hê xurttir be

Siyasetvanê Kurd Dr. Mehmûd Osman herî dawî banga xurtkirina Kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî kir’ û got: “Divê kampanyaya ji Ocalan re azadî di warê navneteweyî de hê xurtir bibe ku azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were. Divê Tirkiye jî vê bizen ku Ocalan dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Eger jî aştî naxwaze dikare li demboriya şerê 40 salî ya li gel PKK’ê binêre bê ka çi encam girtiye.”