Bi sedan welatiyan li gel hemû astengiyên dewletê ji bo pîrozbahiyê xwe gihandin Amarayê hevserokên KCD’yê Leyla Guven û Hatîp Dîcle, rêveberên TÛHAD-FED’ê, parlementerên HDP’ê Alîcan Onlu, Osman Baydemîr, Gulser Yildirim, Mahmût Togrûl, Feleknas Ûca, Behcet Yildirim, Muslum Dogan û Dîlek Ocalan, rêveberên DBP û HDP’ê yên Rihayê û navçeyên wê gel pêşwazî kirin û meşiyan mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan lê ji dayik bûye. Bi hezaran kesên li gundê Amara kom bûn, mala ku Ocalan lê ji dayik bûye ziyaret kirin. Pîrozbahî li ber mala ku Ocalan lê ji dayik bûye pêk hat. Di pîrozbahiyê de wêneyê Ocalan û alên PKK’ê hatin vekirin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Di pirozbahiyê de Hevserokê TUHAD-FED’ê Mehmet Temîzyuz, silavên xwe ji hemû qadên parastinê re şand. Temîzyuz, biryara walîtiya Rihayê bi zimanekî tund rexne kir û şermezar kir. 




‘Bila tercîd rabe’


Li ser navê malbata Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir ku ji ber di 67’emîn salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ew tenê ne hiştine spasiyên xwe anî ziman û wiha got: “Bila dewleta tirk hişê xwe bide serê xwe û bi lezgîn vê tecrîda li ser Ocalan rake. Rojbûna te pîroz be Ey Serok” 

Wekîlê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemir jî diyar kir ku axa Rihayê pîroz e û dergûşa mirovahiyê ye û wiha got: “Milyonan kes Ocalan wekî Rêber Qebûl dikin. Qedexeya ji bo rojbûna Ocalan ez şermezar dikim.”

Xwarziya Ocalan û wekîla HDP’ê Dîlek Ocalan jî qedexa li hemberî Rojbuna Ocalan şermezar kir û wiha got: “Em hurmeta xwe ji hemû gelê Amara û gelê hatiye vir re pêşkêş dikin.” 




‘Em li vir milyonan temsîl dikin’ 
Herî dawî Hevserokê KCD’ê Hatip Dicle jî Rojbûna Ocalan pîroz kir û wiha got: “Êdî vîna gelê Kurd nayê şikandin. Gelê Kurd êdî Brêz Ocalan wekî Rêberê Stratijîk qebûl dike. Dewlet jî vê yekê baş zane. Ji ber vê yekê helwesta li hemberî Rêberê Gelê Kurd Brêz Ocalan li hemberî hemû gelê Kurd e. Heta niha tu kesî wekî Serok Apo di dilê gel de şop nehiştiye.” 
Dicle helwesta Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya li hemberî Ocalan jî rexne kir û got: “Davutoglu, dibêje ger ku PKK dîsa têkeve rewşa gulana 2013’an em dikarin biaxivin. Wê demê çima sozên mutabakata Dolmabahçe pêk neanîn.” 

Bername bi siloganên “Bê Serok jiyan nabe” , “Destê dirêjî Ocalan dibin bila bişkên” û “Bijî Serok Apo” bi dawî kirin.  


 DÎHA/RIHA