Li Parlamena Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin. Di resepsiyonê de îşaret bi serketinên Kurdan hate kirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Centre for Kurdish Progress (Navenda lêkolîn û pêşketinê ya Kurd) ya li Londonê, mîna her sal îsal jî resepsiyona Newrozê li dar xist. Wezîrê Bazirganiyê yê Ingilistanê Nadhîm Zahawî malovanî ji resepisyonê re kir û li odeya Churchill a dîrokî ya parlamentê resepsiyon pêk hat.

65 jê parlamenter 300 vexwendî tevlî resepsiyonê bûn. Wezîrê Bazirganiyê Nadhîm Zahawî li resepsiyonê axivî û destnîşan kir ku Kurdên li Brîtanyayê li her warê jiyanê roj bi roj bêhtir xuya dikin, mohra xwe datînin binê serketinên mezin.

Parlamenterê Partiya Mûxafazakar Bob Seeley jî anî ziman, ku dema DAIŞ’ê êriş bir ser Şengalê, wî di nava artêşa Ingilîz de weke efserekî tevî şervanên Kurd li dijî DAIŞ’ê şer kir û got, şervanên herî baş ku wî di jiyana xwe de nas kirine, Kurd in.

Baroness Christine Blowers a ji Partiya Karker ku endama Kamara Lordan e û di heman demê de Hevseroka Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ ya sendîkayên Brîtanyayê ye, xwest ku Ocalan tavilê bê berdan û pê re li dora maseyê rûnên. 

 

 LONDON