Li paytexta Kenyayê Nairobiyê, îro di salvegera 20´an a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêberê Gelê Kurd de, bi înîsiyatfa Navenda Edaleta Civakî wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiyek bihata lidarxistin. Doh sibehê, rayedarên Kenyayê ev meş qedexe kir. Li ser vê yekê di encama muzakereyan de hat gotin ku çalakger dixwazin daxwaznameyekê tevî dosyayekê bidin rayedarên nûneriya NY´yê. Lê rayedarên NY´yê ev red kir. Li ser vê çalakger li ber avahiyê kom bûn û pankarta li ser “Ocalan azad bikin” nivîsandî hilda.

Piştî hildana pankartê polîsê eskerî dest werda çalakgeran û destdanî ser nasnameya kesekî. Ji çalakgeran Lewis Maghanga li ser çalakiya xwe got, “Em îro li ber avahiya nûneriya/sefîriya NY´yê civiyan, da ku em daxwaznameyeke ji bo azadkirina Abdullah Ocalan ragihînin. Li vir li Kenyayê hêzên ewlehiya dewletê gelekî reaksiyonerên û destûra me nedan. Lê wan nekarî pêşiyê li me bigirin û ew ê me ranewestînin jî Em ê kampanyaya xwe weke me dest pê kir, dewam jî bikin. Abdullah Ocaan jî gelê Kurd jî wê azad bin û bigihin mafê diyarkirina çarenûsa xwe. Ez ji miletê Kenyayê silavên piştgiriyê û şoreşger ji wan re dişînim.”

Di çarçoveya çalakiyan de wekî din li Naîrobiyê wê duşema bê li Şanoya Neteweyî semînerek li ser mijarê bi rê ve biçe.

 

NAIROBI