“Bi Dizîka Were” navê pirtûkeke helbestan e. Pirtûk ji Weşanên Nayê derketiye û nivîskarê, ya rastî şairê wê Occo Mahabad e.
Di nav tora civakî de ew gelekî tê nasîn, gelek helbestên wî têne belavkirin lê kes nizane ka ew kî ye. Ji ber ku heta niha kesî ew nedîtiye. Niha ew bi pirtûkeke din a helbestan li pêşberî xwîneran e. Em yeka din dibêjin, ji ber ku heta niha 4’ên din derxistibûn ligel ku hê jî kesî ew nedîtiye.
Li gorî agahiyên di pirtûkê de Occo Mahabad sala 1977’an li Wanê hatiye dinê. Li Stenbolê zanîngeh xwendiye. Axir jixwe, di hin kovarên weke Çirûsk, Asiva û Pêngav de helbest û nivîsên wî hatine weşandin. Ji bilî van, wergera metnên filman (Malena, Rabbit-Proof Fence, The Road to Guantanamo) kiriye, li ser xebatên teknîkî kûr bûye, ji bo ev jiyana teknîkî bê fêmkirin e-pirtûkek jî amade kiriye. Heta niha bi navê “Helbestên Dînik” (Weşanên Ava, 2012), “Êşên Qehbik” (Weşanên Do, 2013), “Rondikên Binevşê” (Weşanên Do, 2016), “Dem” (Weşanên Na, 2017) çar pirtûkên wî derketine û îsal jî pirtûka wî ya bi navê “Bi Dizîka Were” derket.
Helbestên zimanekî sade
Ew helbestên xwe bi zimanekî sade dinivîse û ev sadebûn di nav tora civakî de balê dikişîne. Her wiha hinên ku helbestên wî xwendine û wekî deng li nav tora civakî belav kirine jî hene. Li ser malpera https://occomahabad.wordpress.com/ mirov dikare xwendina helbestên wî ji devê Mehmet Dogan, Mehmet Keskîn, Bilal Akbaş, Irfan Gornu bibîne û hem wan bixwîne û hem jî li wan guhdarî bike.
Ev helbesta li jêr jî yek ji wan helbestên wî yên ziman sade ye:” ... Çi zemanekî bênamûs e/ Sextekar bûne rêzdar/ Diz bûne xwedî mal û şexsiyet/ Kujer bûne zilamên esîl û hêja/ Qûnek û dêlik bûne namûskar/ Gur û çeqel bûne dost û yar/ Yên bêxeyset bûne mirovperest,/ Emrê evîn û sewdayê bûye pênc roj/ Êdî xêra dê û bav /Kur û keçan nayên dîtin./ Mixabin cih û war nemane/ Ji bo mirovên ku/Dixwazin civateke paqij ava bikin”
Kunyeya pirtûkê jî li jêr e:
Bi Dizîka Were
Şair: Occo Mahabad
Weşanên Na / 60 rûpel / 2018