
Wênevan Ogur yekemîn pêşangeha xwe ya wêneyan li Mainz a Elmanyayê li dar xist. Ogur di bin sîwana pêşangeha xwe de çîrokên sê nifşên jinên Kurd ên bi darê zorê hatî zewicandin tîne ziman. Ogur pêşangeha xwe di sê kategoriyan de pênase dike û dibêje: “Ya yekemîn neçar bû, ya duyemîn xwedî alternatîv bû û ya sêyemîn dizanî bû ku wê azad bibe.”
Xwendekara beşa Dîzaynkeriya Komunîskasyonê, Hatîce Ogur a ku bi profesyonelî wênevaniyê dike, deriyê yekemîn pêşangeha xwe pêr li cihê şûnwarê Mainza Elmanyayê Die Kultureiyê ji bo wênehezan vekir.Ji bo projeya xwe Hatice Ogur çûye Mexmûrê, li wir wêneyên penaberan û gerîlayên YJA-Starê girtine, li Kerkûkê jî wêneyên gerîlayan girtine. Bi her kesî re jî peyiviye û ev hevpeyvînên xwe jî ji bo beşa zanistî ya karê xwe nirxandine. Ogur li Elmanyayê jî wêneyên jinên Kurd girtine, ji Giessenê heta bi Saarbruckenê; heta refaqetî meşvanên 15´ê Sibatê ji Mannheimê heta bi Strassbourgê meşiyayî jî kir.
Harmoniya êşa jinên Kurd
Pêşangeha Ogur ku bi agahdarkirinê wê dest pê kir li holeke dîrokê bû ku gava mirovî ji bo nihêrînê berê xwe dide nava holê xwe li nav Sûrên Amedê hîs dikir. Ev yek jî bûbû yek ji xemlên xweş ên pêşangehê.
Yekemîn çîroka jina Kurd a xismeke Ogur bi xwe ye. Pîrika Ogur a ku bi darê zorê dibe hewî, neçariya jinê tîne ziman. Ji ber ku her çendî hewîtî zehmet be jî ew neçar dîmîne vê çarenûsê qebûl bike û zarokan bîne dinê û ji wan re bide dayîk û bav.
Jin dikare çareyan bibîne
Duyemîn çîrok vê carê ya keçxala Ogur e ku ew jî rastî metirsiya zewaca bi darê zorê tê. Lê belê ew li dijî vê yekê disekine û nahêle biryara malbata wê li ser wê bêt ferzkirin. Ev çîrok jî wek ku Ogur tîne ziman ‘avakirina altenatîfên jinan e’.
Di beşa sêyemîn de jî ku herî zêde ya rastî elaqeyê tê, jineke gerîla ye. Ogur vê gerîlayê di geşta xweya Mexmûre de nas dike û dibîne ku çîroka wê jî heman êş a zewaca darê zorê ye. Ogur dîtina xwe ya bi wê gerîlayê re wiha vedibêje: “Gava min ew dît, bextewar û dilgeş dixuya. Lê belê wexta min guh da çîroka wê ez metelmayî bûm. Ji ber ku ew di 16, 17 saliya xwe de hatibû zewicandin. Lê belê dikarî heta 6 salan tehamulî vê zewacê bike. Piştî şeş salan, mêrê pê re hatî zewicandin li pey xwe dihêle û berê xwe dide nava refên gerîlayan.”
Ogur li gel wêneyan sedema vegotina çîrokên wan jî wiha vedibêje: “Bi ser zewicandina van jinan de niha 30-40 sal derbas bûye, lê belê yek ji wan hîn neçar e ya din xwedî alternatîf e û ya sêyemîn jî tê gihiştiye ku jin dikare xwe azad bike. Lewma ev wêne bi çîrokên van her sê jinan diyar dikin ku hilbijartin di destê jinê de ye û jin ne bêçarê ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN