Nivîskar Dîlaver Zeraq pirtûka Oguz Atay ya navdar "tutunamayanlar" wergerand zimanê kurdî. Wergera pirtûkê bi tenê bi zimanê kurdî ye. Nivîskarê kurd Zeraq dibêje, armanca wî ew e ku bi wergera vê pirtûkê wêjeya kurdî dewlemend bike. Di zimanê wêjeya nûjen de nivîskar Oguz Atay li Tirkiyeyê xwedî cihekî taybet e. Gelek caran berhemên Atay bûne mijara lêkolînê ya wêjeyê û gelek tez li ser nivîsên Atay hatine amadekirin her wiha di warê dewlemendiya ziman de jî Atay xwedî cihekî girîng e. Nivîskar Zeraq heta niha gelek pirtûk wergerandine Kurdî. Pirtûkên Oya Baydar, Muge Îplîkçî, Leyla Erbîl, Jaklîn Çelîk, kurte çîrokên Saît Faîk, pirtûka Hesen Alî Toptaş "Golgesizler" û pirtûka Evrîm Alataş wergerandine zimanê kurdî. Hin ji wan pirtûkan li hêviya çap kirinê ne. Nivîskar Oguz Atay ji ber ku xwedî zimanekî muxalif e û di pirtûkên xwe de li hemberî gelek pêkanînên pergalê disekine pirtûkên wî di demekê de tên qedexekirin. Lê piştî demekê ev qedexe ji ser pirtûkên Atay radibin û wî xelat jî wergirtin.

Wergêr gotin bi gotin wernagerîne

Nivîskar Zeraq li ser wergera pirtûkê da zanîn ku dema wî dest bi wergera pirtûkê kiriye tiştê herî bala wî kişandiye serboriya tirkî ku ji Asya ya Navîn heta roja îroyîn ji bîrdoziyê, pesinandinê, biçûk xistina gelên din, bi zimanekî îronîk bi dîtinek gelekî cûda rexne kirina nivîskar e. Di berdewamê de Zeraq dest nîşan kir ku di pirtûka Atay de zimanekî gelekî rengîn heye, ev yek jî bûye sebeba wergera pirtûkê. Zeraq ji bo zimanê kurdî got, zimanê kurdî wê têrî rengîniya naveroka pirtûkê bike.
Zeraq diyar kir ku pirtûka "tutunamayanlar" ne pirtûkeke ji rêze ye û wiha axivî: " Pirtûka 'Tutunamayanlar' ne romaneke wêjeyî ye romaneke çandî ye, dîrokî ye ez dikarim bibêjim ji sedî hefteyê ziman wergeriye, sedî sih jî lêanîn e, yanî çand e, hin tişt mirov nikare rasterast wergerîne kurdî. Wê çaxê lihevanînek çêdibe di kurdî de çi nêzî wê ye weke rih, weke peyv, weke naverok, ew tê bijartin."

'Divê ciwan zanibin kakilê zimanê kurdî'

Di dawiya axaftina xwe de Zeraq diyar kir ku ciwan bi Medyaya Înternetê hînî ziman nabin. Medyaya Înternetê ziman teng digire û bi pêş naxe ji ber vê yekê xwest ciwan hînî zimanê kurdîstanî bibin û li ser kakilê ziman bisekinin û wiha pê de çû : "Pêşî divê ciwan zanibin kakilê zimanê kurdî çîrokên gelêrî bixwînin û li straranên dengbêjiyê guhdarî bikin."
Zeraq bi xwe jî nivîskar e û di pirtûkên wî çap bûne:  "Kakil" sala 2002'yan ji Weşanên Sî;  sala 2003'yan ji Weşanên Aramê "Bişirîna Şermînî". Gelek wergerên Zeraq jî hene li nava pirtûkxaneya Kurdî.

Oguz Atay
Oguz Atay nivîskarekî Tirk e ku sala 1934´an li navçeya Kastamonuyê Îneboluyê ji dayik bûye û 13´ê Kanûna 1977´an li Stenbolê wefat kiriye. Atay sala 1957’an li Zanîngeha Teknîk a Stenbolê ÎTU´yê fakulteya avahîsaziyê xwend. Piştî bi sê salan li Akademiya Mihendisî û Mîmariyê a Dewletê ya Stenbolê bû dersdar. Atay sala 1975’an bû doçent û bi navê Topografya pirtûkeke wî ya pîşeyî jî heye. Oğuz Atay romana xwe ya bi navê “Tutunamayanlar” sala 1971´ê da weşandin û bû navenda nîqaşeke girîng a wêjeyî. Wî bi vê romana xwe xelata TRT Roman a sala 1970´yî wergirt. Atay piştî Tutunamayanlar sala 1973'yan bi navê Tehlikeli Oyunlar / Lîstikên bi tehlûke romana xwe ya duyem nivîsand. Kurteçîrokên xwe jî bi navê Korkuyu Beklerken / Li benda tirsê berhev kirin. Atay ji ber tumora di serî de nedikarî projeya xwe ya mezin a bi navê "Tirkiyeya Mezin bi dawî bike û sala 1977'an li Stenbolê wefat kir.
Ev roman ji girîngtirîn berhemên wêjeya Tirkî ye û rexnegira wêjeyî ya Berna Moran ev roman bi van gotinan terîf kiribû: “hem bi tiştên dibêje û hem jî bi awayê dibêje serhildanek e”. Li gorî Moran jêhatîbûna wêjeyî ya vê romanê kir ku romana tirkî jî bigihîje asta têgihiştina hevçerx aromanê. Hin berhemên Atay ev in: Tutunamayanlar (1972), Tehlikeli Oyunlar/Lîstikên bi tehlûke (1973), Bir Bilim Adamının Romanı / Romana zanyarekî (1975), Korkuyu Beklerken/Li benda tirsê  (1975), Oyunlarla Yaşayanlar/ Yên ku bi lîstikan dijîn (1975) , Günlük/Rojnivîs (1987), Eylembilim/Zanista çalakiyê (1998).


  DÎHA/AMED