Ekîba “Gorulmuştur.org”, a ku ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ragihîne û piştevaniya girtî û hikumxwaran bike hat avakirin. Endamê ekîbê nivîskar û helbestvan Adil Okay dest nîşan kir ku her diçe çewisandin û binpêkirinên mafan zêde dibin û got, herî dawî jî pirtûka wî ya bi navê “Hapishanelere Esinti Yollayalim” (Em Bwerzînê Bişînin Girtîgehan) ya ku ji bo piştevaniya bi girtî û hikumxwaran derxistiye, li hin girtîgehan wek pirtûkeke bifikare hatiye îlankirin. Okay bertek nîşan da û got: “Pirtûka min ji aliyê Wezareta Çandê hatiye tesdîqkirin û bi bandrol e. Ev sepandineke kêfî ye.” 

Okay, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê bi hinceta weşaneke bifikare ye pirtûka wî nedane girtiyan û got, di demên dawî de li girtîgehan îşkence, muameleyên kirêt û binpêkirinên mafan zaf zêde bûne. Okay, dest nîşan kir ku qedexekirina pirtûka wî di asasê xwe de îşkencekirina girtiyan e û got, ya ku tê xwestin ew e ku dengê girtiyan asteng dikin.

Okay ê ku ji bo piştevaniya bi girtî û hikumxwaran bang li her kesî kir wiha got: “Eger ew nameyên me nadin, em ê jî pergala wan qefil bikin. Em gelek nameyan bişînin ku da pes bikin. Çawa ku girtî ji bo pêwendiyê deynin serî li her cure riyê didin, divê em jî serî li her riyê deynin û pêwendiyê deynin. Ji bo piştevaniya bi girtiyan re divê her kes nameyan ji wan re bişîne.” 

 MÊRSÎN