Derûdorên îslamî diyar kirin ku komkujiyên ku çeteyên DAIŞ’ê di bin navê îslamê de dikin cihê wî di îslamiyetê de nîne û ev komkujiyên ku li ser navê îslamê tê kirin jî nayên qabûlkirin. Serokê Komeleya Vegera Cewherê Xwe ya Wanê Abdurrahîm Ayhan diyar kir ku di demên cuda de bi navên cuda rêxistinên wekî DAIŞ’ê derdikeve holê û ev rêxistin ji bo daxwazên dewletên cihanê yên li Rojhilata Navîn pêk bê tên avakirin.


´Oldar bê helwest in´
Ayahan destnîşan kir ku bawiriya wî ew e ku rêxestinên wekî DAIŞ’ê ji aliyê Îsraîl û Amarikayê ve tên avakirin û rêxistinên bi vî rengî tu caran îslamê temsîl nakin. Mele Ayhan bilêv kir ku di demên dawî de li dijî îslamê nêzîkatiyeke neyînî jî derketiye holê sedema vê yekê jî helwestnegirtina derûdorên îslamî li dijî DAIŞ’ê ye. Mele Ayhan diyar kir ku Kobanê Gazeya Kurdistanê ye û xwest derûdorên îslamî helwesta ku li dijî dagirkirina Gazeyê nîşan didin bila li dijî êrîşên li ser Kobanê û Rojavayê Kuristanê jî nîşan bidin.
Çima êrişî Kurdan dikin´
Omer Kurt ê li navçeya Bêgirê ya Wanê meletiyê dike jî çeteyên DAIŞ’ê wekî “mirovên îslamiyetê nizanin” bi nav kir û diyar kir ku gelek ciwanên ku bi feresata cihadê diçin ji ber ku îslamiyetê nizanin tên xapandin û wan dibin. Kurt anî ziman ku misilmanek tu caran nikare bi aweyeke hovane misilmanekî bikuje û wiha axivî: “Medam li ser navê îslamê şer dikin çima Îsraîl a li Gazeyê misilmanan dikuje naxin tên kurdên ku misilman in dixin?”

 DIHA/WAN