Di civînê de Mele Muhemed Berekat li ser ola Îslamê û rola wê ya di warê başiya mirovan de sekinî û hemû komên çekdar ên li ser navê Îslamiyetê kar dikin, lê di nava karên qirêj de ne şermezar kirin. Axaftvanên din jî diyar kirin ku ola Îslamî hemû rengên nijadperestiya olî û netewî red dike û divê hemû civak li ser vê bingehê tevbigere.
Di encama civînê de ji bo birêvebirina kar û barên olî yên li Serêkaniyê komîteyek ji 5 kesan hate avakirin.
SERÊKANIYÊ