BAHOZ AMED / RONÎ DEŞTELANÊ / ANF / BEHDÎNAN

Olrîka jineke ciwan a Elman e ku 23 salî ye. Li zanîngehê PKK nas kir û berê xwe da Rojava. Ji wir jî xwe gihand çiyê. Ew êdî gerîlaya YJA Starê, Besê Olrîka ye.

Li qonaxa me ya dawî ya li çiyayên azad, du gerîlayên jin em pêşwazî kirin. Yek jê ji Bakurê Kurdistanê bû, ya din jî înternasyonalîst Besê Olrîka bû. Piştî silavkirinê û sohbeteke kurt, bi Kurdiya xwe ku nû hîn bûye, dide pêş me. Piştî meşeke dûr û dirêj em gihîştin şikefta wan, baregeheke gerîlayên jin.

Îdeolojiya azadiyê jinê

Olrîka sala 1995’an li Elmanyayê ji dayik bû. Dijbereke sîstemê bû ku beriya xwendina zanîngehê li sîstema kapîtalîst, nêrîna wê ya li jinê û rola ku li ser jinê ferz dike, dipirsiya. Gava ku dest bi xwendina zanîngehê kir, lêgerîna wê zêde bû. Li zanîngehê PKK û Ocalan nas kir. Her ku nas kir, baweriya wê ya bi civakparêziya demokratîk mezin bû. Bi taybetî îdeolojiya azadiya jinê û bandora wê yek ji xalên sereke bû ku rê li ber biryara wê vekirin. Piştî ku qanih bû, têkoşîna azadiya Kurd di heman demê de têkoşîna bindestan hemûyan û mirovahiyê ye, kete nava liv û tevgerê. Berê wê êdî li nava refên gerîla bû.

Olrîka ji bo paradîgmayê ji nêz ve nas bike pêşî diçe Rojava û piştre berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, dibe gerîlaya YJA Starê, Besê Olrîka:  “Dema ku nû hatim serê çiyê, mîna ku ji nû ve ji dayik bûbûm. Ez bûm heyrana jiyana nû, heyrana hevaltî û hevrêtiya li nava wê jiyana nû.”