
Bi naveke xwe dengbêj Omer (84), di nava gel de jî wekî Şêx Omer tê nasîn. Dengbêjiya ku pir jê hes dike ji dayîka xwe ya dengbêj Rihanê hîn dibe û piştre jî li hemberî dengbêjan eleqeyeke mezin nîşan dide. Şêx Omer ê ku di 4 saliya xwe de dayîka xwe winda dike, di 11 saliya xwe de dest bi şivaniyê dike. Dengbêj Şêx Omer klamên ku xwe diafirîne li zozanan dibêje û bi wî rengî dest bi dengbêjiyê dike. Şêx Omer bi klam û stranên xwe yên li dawetên gundan û şevbêrkan dibêje di dilê derûdor de cih digire. Piştî navberekê tevî temenê xwe yê mezin û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî dîsa dest bi dengbêjiyê dike.
Daxwaza dengbêjiyê
Şêx Omer ê ku bi ser gundê Avîna navçeya Perwerdehiya Sêrtê teqîtkiriye û bi eslê xwe ermeniye diyar kir ku wî bi klamên dayîka wî bi şer ji wî û xuşk û birayên wî re digot biryara dengbêjiyê daye. Şêx Omer anî ziman ku dayîka wî li cihên qelebalix dengbêjî nedikir, li malê dema tenê dima û dema jinên gund ji bo guhdarkirina dayîka wî dihatin malê klam distêran. Şêx Omer got; "Piştî ku min di 4 saliya xwe de dayîka xwe winda kir, min li bav, pîr û xuşk û birayên xwe nêrî. Min di zarokatiya xwe de ji hêlekê ve dengbêjên wekî Şakiro, Mele Abdulkerîm, Zahiro û Reşo guhdar dikir û ji hêla din ve jî gotinên klaman dinivîsandin. Ev vedixwendim şevbêrk, şahî û dawetan. Klamên min li van deran digotin piraniya xwe li ser evîn û şeran bûn."
Jiyaneke Şêx Omer a sosret jî heye. Gundê ku ew lê dimînin gundê axayan e. Lê ji ber ew axa li dijî Osmaniyan serî hildidin, gundî jî qaçax dijîn. Ev rewş di dema Komara Tirkiyeyê de jî berdewam dike, lewma nasnameya gundiyan nayê derxistin. Şêx Omer da zanîn ku dema ku ew di 30 saliya xwe de bûye bi bav û birayê xwe re di sala 1958'an de çûye midûriyeta şêniyan û serî lêdaye. Şêx Omer wê demê bi van hevokan tîne ziman: "Ji ber ku roja jidayîkbûna bavê min û birayê min di nasnameyê de wekhev hatibûn nivîsandin bi hev re rêkirin leşkeriyê. Bav û birayê min dijî vê yekê derketin, piştre ev yek nirxandin, pêşî bavê min û piştre jî birayê min leşkerî kir."
"Dîlber"ê ji bo dayîkan nivîsandiye
Şêx Omer anî ziman ku di sala 1974'an de bi malbata xwe re ji ber şereke malbatî koçî Manîsayê dikin û li vê derê dengbêjiyê berdewam dike. Şêx Omer sedemê ji bo demekê navberdayîna dengbêjiyê wiha tîne ziman: "Piştî me koçî Manîsayê kir, melleyê bi navê Muşerref Gozcu ji min re got, 'di olê me de klam û stran strîn heram e.' Min jî xwe bi xwe got, 'heke melle dibêje wê demê tiştekê dizane' û min 35 sal navber da dengbêjiyê. Ev rewş heta sala 2010'an ango heta mirina melle Muşerref berdewam kir." Piştî melle Muşerref jiyana xwe jidest da Şêx Omer ango bi navê din Omerê Şivan bi strana xwe ya "Dîlber" dengbêjiya xwe didomîn. Şêx Omer diyar kir ku klama "Dîlber"ê ji bo dayîkên herêmê nivîsandiye û wiha axivî: "Ji bo kelepûr û çanda dengbêjiyê neyê jibîr kirin, çi ji destê min bê ez ê bikim. Ez dixwazim herkes jî di vê çarçoveyê de tev bigere."
'TV û radyoyan dengbêjî xilas kir'
Şêx Omer anî ziman ku bi derketina televîzyon û radyoyan kelepûra dengbêjiyê ber bi tunebûnê ve çûye û wiha pê de çû: "Dema ku radyo û televîzyon tunebûn dengbêjiyê eleqeyeke mezin didît. Divê niha malên dengbêjan bên avakirin û ji bo dengbêjî derbas nifşên pêş bibe divê kelepûra dengbêjî bê danasîn û heskirin."
ÎBRAHÎM COŞKUN / DÎHA/MANÎSA