Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyona di 21’ê Sibatê de ji bo bertefkirina êrîşên çeteyê DAIŞê di doh di roja çeremîn bi hemû leza xwe berdewam kir. Di daxuyaniyê de têkildarî gundên herêma Til Hemis ên hatine rizgarkirin de wiha hate gotin: “ Li Başûr û Bakurê Til hemîsê hêzên me pêş ve diçin û gelek gund û mezra hatin rizgarkirin. Hêzên me li Bakur û Bakur/Rojhilatê Tilhemîsê gundên Hibês, Ebdexa Başûr, Ebdexa mezin, Hesawiye, Ximis, Tehtanî, Biwetix El Cebeliye, Xurmir Fuqanî, Xurmir, Tahtanî, Hinwiyye, Midwêl, Xirber, El Ebid û Hilwiya piçûk tevî gelek mezrayan rizgarkirin. Li Başûr û Başûr/Rojhilatê Til Hemîsê jî gundên Hidebiyê, Hidebiya piçûk, Texlîb Tahtanî, Texlîb Fuqanî, Zihêra, Xewla, Hêmir, Seggar, Ekaz, Ekaza Rojava, gundên Xensa, benzînxaneya Xensa û riya Belqis hatin rizgarkirin.”
40 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Navenda Ragihandinê diyarkir ku di encama operasyonê de 40 çeteyên endamê DAIŞê hatine kuştin û gelek çek jî hatine desteser kirin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: “ Di encama şerê li van herêman de zêdetirî 40 terorîst hatin kuştin. Hêzên me tevî 33 termên terorîstan, wesaîtek doçkayê, ambulansek, 7 kleşnîkof, 1 BKC, doçkayek 12,5 û 3 sindoq gulleyên wê, dûrbînek, 4 fîşekên roketavêja B7, 6 mayîn, 2 komputer, cîhazek GPS û 2 depoyên erzak hatin desteserkirin. 2 hevalên me yên ku di pêşengiya serkeftina vê operasyonê dikirin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Pêngava rizgarkirina Kobanê berdewam e
Di daxuyaniya YPG’ê de hat ragihandin ku di 163. roja berxwedana Kobanê de pêngava rizgarkirinê bi hemû leza xwe berdewam e û çeteyên DAIŞê li herêmê dabeyên giran dixwûn. Têkildarî encamên şerê li herêma Rojhilatê Kobanê de ev agahî ji raya giştî re hatin pêşkêş kirin: “ Di encama operasyonê de gundê Akbaş hat rizgarkirin û girên stratejîk ên li derdora gundê Çelebî ketin bin kontrola hêzên me. Di encama şerê li van herêman de tevî termên 18 terorîstan, 9 kleşnîkof û 55 rextên wê, 1 BKC û hezar gulleyên wê, roketavêjek B7 û 10 gulleyên wê, 30 bombeyên destan û cîhazek hatin desteserkirin. Li eniya Rojava jî hêzên me yên ku pêş ve diçin, gundê Beyadiyê ji terorîstan rizgarkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN