ÊLIH: Li Êlihe Nimêja Înê ya sivîl li baxçeyê Çayê yê Şaredariyê hate kirin. Ji bo nimêjê bi sedan welatî kom bûn. Li pêşgiya girsê Serokê Komeleya Oldaran a Êlihê Mele Ahmet Eşiyok nimêj kir û operasyon şermezar kirin. Eşîyok pişt re ji bo siyasetmear serbest bên berdan dua kir û xwest serbet bên bedan.
ŞIRNEX: Li navçeyên Sîlopî, Cizîr, Elkê jî Hezexê û navenda Şirnexe jî wekî her hefte çalakiya Nimêja Îne ya sivîl bi girseyî hate kirin. Li navçeya Sîlopiyê nimêj li Baxçeyê Şaredariya Sîlopiyê bi girseyî hate kirin. Li gel şaredarên bajarokan ên BDP'î û rêveberên BDP'ê bi sedan kes beşdarî minêjê bûn. Li peşiya girsê Mele Mehmet Sadak, nimêj kir û dua xwendin. 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexşê jî nêzî 2 hezar kes li ber avahiya BDP'ê kom bûn û nimêj kirin. Linaveya Hezexê jî dîsa wekî her hefte vê hefteyê jî li qada vala bi girseyî nimêj hate kirin.
AMED: Li Amed û navçeyên Farqîn Bîsmîl Erxenî û Çinarê nimêj bi girseyî hatin kirin. Li Amedê hefteyaborî ji ber barana zêde nimêj nehat kirin, lê vê hefteyê bi sedan welatiyên li kolana Selahattin Eyyubî ya zikê erdê kom bûn ref girêdan. Di nimêjê de operasyon û zulima dewletê hate şermezarkirin. Li navçeya Farqînê ya Amedê jî nimêj li Mala Şînê ya Navendî hate kirin. Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî nimêj ji aliyê sedan kesan ve li tenişta Seha Xalîçe hate kirin. 
MÊRDÎN: Li navçeyên Nisêbîn û Qoserê jî nimêjên înê wekî her hefteyan vê hefteyê jî li heman cihî hate kirin û bi sedan kes amade bûn. Li Nisêbînê nimêj li Baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanniyê di pêşengiya Mele M. Şerif Yalçin de nimêj hate kirin. Li navçeya Qoserê jî jî nimêj Mala Piştgiriyê ya Şeyh Davut Yalçinkaya hate kirin.

MANÎSA : Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî nimêj li salona Konferansê ya Musa Anter hate kirin.

  NAVENDA NÛÇEYAN