
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser operasyona artêşa Tirk a li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Roja 20’ê Hezîranê, artêşa Tirk a dagirker, li hemberî herêmên Şehîd Kendal, Şehîd Serxwebûn, Şehîd Ferhat, Şehîd Remzî û Apê Mûsa yên eyaleta me ya Amedê, ji navenda Licê operasyonek da destpêkirin. Di bin navê ‘Em Qendîlên biçûk ji hev dixin’ de, li ser bingeha senaryoyên derw operasyon hat destpêkirin û heta 2’ê Tîrmehê dewam kir. Bi deh hezaran leşker tevlî vê operasyonê bûn û hêzên dewletê bi çekên ji teknolojiya herî pêşketî bombe li erdnîgariya Kurdistanê barand. Ji ber vê bomberdûmanê li erdekî berfireh ê Licê şewat derket, dehl û rezên gelê me ku bi kedeke mezin çandibû û heywanên wan zerareke mezin dîtin. Her wiha, li her gundê li vê herêmê, leşkerên Tirk ên dagirker îşkence li gelê me kir, mîna li gundikê Mehlê mirovên me bi îşkenceyê hatin qetilkirin û gelek kes hatin binçavkirin.”
‘Armanc koçberkirina gel bû’
NPG’ê bal kişand ser armanca esasî ya vê operasyonê û got, “Beriya her tiştî, di dema vê operasyonê de li gundan derketina derve hat ragihandin. Ev yek jî nîşan dide, ku armanceke operasyonê tinekirina gerîla bû, lê armanca din jî çavtirsandin û koçberkirina gelê welatparêz ê li herêmê bû. Lê belê gelê Amedê yê ku welatparêziya xwe xurt e, tevî hemû zext, girtin û qetilkirinê jî cih û warên xwe neterikand, bi sekneke bi rûmet li ser piyan ma. Ev sekna gelê me hêjayî pesindayînê ye.”
28 leşker hatin kuştin
Di daxuyaniyê de encamên operasyonê jî wiha hatin ragihandin: “ “Di nava 13 rojan de, li hemberî bomberdûmana bejahiya Amedê ya bi çekên herî pêşketî û li dijî hemû êrîşên deh hezaran leşkerî, hêzên gerîla yên eyaleta Amedê berxwedaneke mezin nîşan dan û herî kêm 11 çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 28 leşker hatine kuştin. Di vî şerî û bomberdûmanê de 7 hevrêyên me şehîd ketine. Her wiha 2 şervanên me dîl hatine girtin, şexsek jî teslîmî dijmin bûye. Çend ciwanên li herêmê hatine girtin, weke gerîla hatine nîşandan; ev agahî ne rast e. Her wiha roja 30’ê Hezîranê piştî şerê li mintiqeya Pêşkevirê, welatparêzê hêja Mehmet Şîrîn Kocakaya di asta lehengiyê de li ber xwe da, lê di encama îşkenceya dijmin de şehîd ket.”
Her wiha di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta AKP’ê ya di vê operasyonê de ya dixwest bi dest nexist, mîna her carê dîsa serî li taktîkên şerê psîkolojîk da û hewl da encamên vê operasyonê berevajî bike. Têkildarî mijarê hateragihandin ku AKP’ê çiqasî dixwaze bila serî li derew û berevajîkirina rastiyan bide, lê wê nikaribe rastiyan biguherîne.
ANF/BEHDÎNAN
Li Amed, Dersîm û Şirnexê çalakî
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Amed, Dersîm û Şirnexê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
AMED: “4’ê Tîrmehê saet di 19:30 de, hêzên me li navçeya Pîran a Amedê, li hemberî leşkerên bendav diparastin û Tabûra Tankan, çalakiyên hemwext pêk anîn. Di van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên mirî û birîndar rakirin. Artêşa TC roja 5’ê Tîrmehê li quntarên Pîranê û herêma Xaçekê operasyon da destpêkirin.
5’ê Tîrmehê saet di 09:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên ferdî li qereqola Hegasor a li navçeya Hênê xistin. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehat zelalkirin.
DERSÎM: 5’ê Tîrmehê saet di 12:00 de hêzên me li hemberî qereqola Tûrnûva ya li navçeya Pulur a Dersîmê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê 2 wesayîtên zirxî rê birîn û sivîl binçav kirin.
ŞIRNEX: Hêzên me roja 2’ê Tîrmehê li hemberî leşkerên li girê Çeman ê li navçeya Şirnex Elkê çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Li vir 2 leşker hatin kuştin.
MERDÎN: Sibeha 1’ê Tîrmehê, danê sibehê li bejahiya gundên Gundik, Mermarê, Bêrtê, Kudê, Dêri, Fafê, Xirbê Mamudê, Kewarêxê û Yestê yên navçeya Mehsert a Mêrdînê, artêşa TC operasyon da destpêkirin. Ev operasyon roja 5’ê Tîrmehê bi rengekî bê encam qediya.”
ANF/BEHDÎNAN
Tank îmha dibin, Tirk bêdeng
Gerîlayan roja 11’ê Hezîranê li Şirnexê tankek rûxandibû, lê belê dewleta Tirk qet behsa wê nekiribû. Ji bilî vê jî rayerdarên eskerî û siyasî yên dewleta Tirk gelek caran xwe li kuştî û birîndarên xwe, li zaiyatên xwe yên muhîmatên giran kerr dikin. Lê belê dîmenên ku Gerîla TV diweşîne gelek caran rastiyê radigihîne raya giştî. Gerîla TV dîmenên tanka 11´ê Hezîranê li Qereqola Çelê Nimêja îmha kirî weşandin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 13’ê Hezîranê de ragihandibû, ku li Qereqola Çelê Nimêja tankek hatiye rûxandin û bi çekên giran derb li qereqolê hatiye xistin. Ne artêşa Tirk ne jî medya AKP’ê li ser rûxandina vê tankê ti daxuyanî û agahî nedabûn.