Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin; “Di navbera 15-20’ê kanûnê li navçeya Amedê Pîranê li dijî herêma Gorsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Herêm ji aliyê balefirên şer û helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombekirin herweha çend caran jî di navbera gerîlayên me leşkerên artêşa dagirker de pevçûn qewimîye.”HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got; “ Artêşa dagirker a tirk ku şert û mercên zivîstanî weke derfet nîrxandiye û li dijî gerîlayên me xwestiye bi operasyoneke bi vî rengî encam bigre. Di encama êrîş û pevçûnên nêzî hefteyekê berdewam kirî de tu wendahiyê gerîla yê me çênebûye.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Li gel vê du gerîlayê me yê bi navê Berxwedan – Yalçın Yanar û Hamza – Mehmet Salîh Narîn – Hevalê Berxwedan birîndar e- dîl dikevin dest dijmin. Agahiyên di çapemeniya dijmin de derbas dibin rastiyê nîşan nade, bi vê weke berhemê şerê qirêj û psîkolojîk xwestine moralê gelê me xira bikin û binkeftina xwe veşêre. Bi vê armancê ji aliyê çapemeniya şerê taybet nûçeyên derew hatiye belavkirin.”

ANF/BEHDÎNAN




Li dijî Emniyeta Çinarê êrîş

Li navçeya Çinarê komekê di li dijî Amîrtiya Emniyeta navçeyê bi bombeyên deng û guleyên hewayî êrîş pêkanîn. Bi teqîna bombeyên deng re polîsan jî bi gule reşandinê bersiv da. Li navçeyê qasî nîv demjimêrê dengê çekan bilind bû. Di êrîşê de mirî û birîndar çênebûn, lê hat ragihandin ku, ji ber teqîna bombeyên deng li avahiya emniyetê ziyan çêbûye. Piştî pevçûnê hat ragihandin ku tîmên taybet û polîsan li herêmê operasyon dane destpê kirin.

AMED