
YPG’ê ragihand ku operasyona ku ji bo berteref kirina rêxistina teror a DAIŞ‘ê li Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin bi awayekî serkeftî didome. YPG’ê ragihand ku hêzên wah tevî eşîrên Ereban ên li herêmê, hêzên Cêyş El Senadîd gav bi gav pêş de diçin û şevê din gelek gund û deverên stratejîk ji çeteyan hatin paqijkirin. Hat ragihandin ku Piştî şerê giran gundên Naîm El Hiyal, Hisewiya piçûk û Helkanê yên Bakur û Bakur/Rojhilatê Til Hemîsê hatin rizgarkirin. Di şerê li vê herêmê de 37 kuştiyên çeteyên DAIŞ‘ê hatin tespîtkirin û termên 20 ji wan di destê hêzên wan de ne. Têkildarî nasnameya çeteyên hatin kuştin de YPG’ê ev agahî da: “Di nava kuştiyên çeteyan de 3 Tirk û serçeteyê bi navê Ebû Qûtada jî heye. Danê vê sibê çete ji bo ku pêşveçûna hêzên me bidin sekinandin hewildan li 3 deverên cûda bi wesaîtên bombebarkirî êriş bikin, lê balafirên koalîsyonê 2 wesaît û hêzên me jî wesaîtek îmhakirin.”
YPG’ê ragihand ku li eniya Başûr hêzên wan gundên Şura Naîf Emrî, Erca Şêhan, Til Hebeş, Wawîyê, Zîba û mezraayên Cerba û Til Xidir hatin rizgarkirin. Her wiha hate ragihandin ku di encama şerê 24 saetên dawî de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan.
YPG’ê diyarkir ku êrîşên çeteyan ên li herêma Til Temir li dij êrîşên çeteyan gelê Asûrî û hêzên wan di nava berxwedanê de ne û darbeyên giran li çeteyan xistine.
Têtildarî operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de jî YPG’ê ev agahî dan: “Berxwedana li Kobanê ku gihiştiye asta serkeftinê di roja 164. de didome. Di navbera hêzên me û komên çete de şerê dijwar rû didin.
Şevê din tevahiya gundê Beyadiyê ku li eniya Rojavaye ji çeteyan hat rizgarkirin. Di encama vî şerî de 11 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin û tevî 5 termên çeteyan, 2 BKC û hezar gulleyên wê, 2 roketavêja B7, 3 kleşnîkof, dûrbîn û 2 bêtêl hatin desteserkirin.
Li eniya Rojhilat a Kobanê çete êrişî deverên rizgarkirî kirin Li gundê Derfilît, Bexdik, Eydanê û Gultepe 9 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Di nava çeteyên mirî de serçeteyê bi eslê xwe çeçen jî heye.
Di nava 24 saetên dawî de 7 hevrêyên me bi îradeyekî mezin û bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.”
QAMIŞLO