
Endamê Fermandariya YPG’ê li herêma Kobanê Dijwar Xebat pêşketinên li bejahiya herêma Kobanê û encamên ku heta niha bi xwe re anîne nirxandin. Xebat beriya dest bi nirxandina xwe bike şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn.
Xebat der barê encamên ku heta niha hatine bidestxistin ev agahî dan: “Heta niha di nava 10 rojan de operesyonên hêzên me bi rengekî serkeftî didome, gavên mezin hatin avêtin û gelek cihên stratejîk û herêmeke fireh ji hersê aliyan (başûr, rojhilat û rojava) ve hatiye rizgarkirin. Zêdeyî 70 gund bi temamî ji çeteyan hatine paqijkirin. Ya herî girîng jî gundên ku ji xwe re weke navend bi kar dianîn (Helinc, Mezre Dawûd, Şêran li aliyê rojhilat û li aliyê rojava jî gundê Minazê) û li wir bi cih bibûn û êrîş dianîn ser herêmê, hatin rizgarkirin.”
Xebat da zanîn ku hêzên wan li gundan li hemberî çeteyan operesyon li dar xistine û wiha axivî: “Di operasyonan de çeteyan gelek cenaze û cebilxane li dû xwe hiştin û reviyan.
Niha bi şev û roj operasyonên me bê navber didomin. Ligel hêzên me şervanên Artêşa Azad ên mîna Şemis El Şemal û Siwar El Reqa, bi alîkariya çekên giran ên pêşmergeyan û desteka hewayî ya balafirên Koalîsyona Navneteweyî, di vê operesyonê de cih girtin.”
‘Divê gelên cîran li ber xwe bidin’
Xebat destnîşan kir ku çete niha hewl didin gelên cîranê Kurdan bixapînin, wan bixin nava vî şerî de û wiha pêde çû: “Niha çete serî li vê yekê didin ku, gelên herêmên derdorê û bi taybet ên Til Ebyed, Cerablus, Minbij, Sirîn bixapînin û li ser navê cîhad û îslamê wan bixin nava şer. Ev di demên dawî de zêde derdikeve pêş. Ji bo wê yekê, em bang li gelên cîran dikin ku bila ew jî rabin, li dijî DAIŞ’ê şer bikin û wan ji herêmên xwe derxin. Weke hêzên YPG’ê em ê jî di demek nêz de xwe bigihîn wan herêman, lê belê divê ji niha ve ew li hember wan derkevin.”
Xebat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha hevalên me bi coşeke pir mezin êrîşî çeteyan dikin. Operesyona me ku niha gihîştiye vê encamê li ser ked û berxwedana hevalên me yên şehîd û birîndar e. Li ser vî esasî em silavên xwe dişînin ji dayîkên hevalên şehîd re, ku di vê rojê de keç û xurtên wan di nava şer de ne û soz didin wan ku, bedelê wê çi dibe bila bibe, em ê tola şehîdên xwe rakin. Serkeftin dê ya gelê Kurd be.”
NAZDAR EBDÎ/ANHA / KOBANÊ