Lê belê hêzên kujer ên dewleta Tirk tevî vê yekê jî operasyona xwe ya qirkirinê bi dawî nekir. Di operasyonê de erdên çandî hatin şewitandin, gelek sivîl bi muameleya şervanan êsîr hatin girtin û tevahiya rojê bombekirina navçeyê dewam kir.
Me hêzên xwe serketî ji Nisêbînê derxistin
YPS’ê bi daxuyaniyekê doh diyar kir ku wê hêzên xwe yên çekdar ji Nisêbînê kişandine û ev bang kir: “Ji bo misogerkirina jiyana dayik û zarokên sivîl û bê parastin ên li Nisêbînê, divê demildest mirov bikevin nav liv û tevgerê, em banga xwedîderketina van mirovên xwe dikin.”
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku berxwedana xwerêveberiyê ya di çarçoveya têkoşîna xweseriya demokratîk de ku daxwaza rewa ya gelê Kurd e, li Nisêbînê 72 rojan bi biryardarî û wêrektiya mezin dewam kir. YPS’ê got, “Hêzên bi navê dewleta Tirk tevdigerin, li gel balafirên şer tevî her cure teknîkê jî êriş kir û me berxwedan heta vê rojê dewam kir, ev encameke girîng e. Di van şertan de ku hêzên dewletê bi awayekî bê perwa her der bi erdê re dikirin yek, guhertina pozîsyonê pêwîst hatiye dîtin. Di çarçoveya biryara li ser vî esasî de hêzên me ji 25’ê Gulanê ve bi awayekî serketî xwe ji bajarê Nisêbînê kişandine û gihiştine bargehên xwe.”
Sivîl li taxa Alîka mane
Di daxuyaniyê de îşaret bi hebûna sivîlan a li taxa Alîka hat kirin û hat gotin, “Niha li bajarê Nisêbînê ti yekîneyên me ya çekdar nemaye. Ji ber vê jî êdî hincetên ku dewleta AKP’ê bajar hê zêdetir hilweşîne jî ji holê rabûne. Ji vê saetê û şûn de her guleyek ku hêzên dewleta Tirk wê bavêje Nisêbînê, tê wateya davêje mirovên bêçek-sivîl. Ji ber ku li qadê ti kesê çekdar nemaye.
Li aliyê din li Taxa Alîka dayik û zarokên sivîl hene. Bi wan re hin birîndarên ji ciwanên xwecihî û sivîl jî hene. Jiyana van mirovên bêçek niha di tehlûkeyê de ye. Ji bo parastina mafê jiyanê ya van mirovên sivîl-bêçek ên li Taxa Alîkayê ketina dewrê, wek wezîfeyeke mirovahiyê ya tevahî saziyên mafên mirovan, tevahiya hêzên demokrasiyê ketiye rojevê.”
Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû: “Em bang li gelê Nisêbîn û Mêrdînê yên welatparêz û tevahî gelê Kurdistanê dikin ku ji bo garantîkirina jiyana dayik û zarokên sivîl û bê parastin ên li Nisêbînê, divê demildest bikevin nav liv û tevgerê, em banga xwedîderketina van mirovên xwe dikin.”
YPS vekişiya lê xelkê sivîl tê bombekirin
Piştî ku YPS´ê da zanîn ku tevahiya hêzên xwe yên çekdar ji Nisêbînê derxistine jî, hêzên çekdar ên dewleta Tirk li navçeyê deverên sivîl lê dimînên bombebaran dike. Sivîlên li taxa Alîka jî banga alîkariya lezgîn kir. Welatiyên li taxê xwestin ku komkujiya muhtemel were astengkirin. Jixwe doh xebatkarên çapemeniyê yên li nobeta nûçeyan ên li Rojava dîmenên vê bombekirina dijwar û şewitandina erdên çandî yên welatiyan girtibûn. Herî dawî gava me nûçe amade kir Parlementera HDP´ê Pervin Buldan li ser twîttera xwe ragihand ku 36 kesên sîvîl ji taxa Alîkan hatine tahlîyekirin.
Sivîl bi muameleya xerab hatin êsîrkirin
Li aliyê din der barê êsîrkirina sivîlên li Nisêbînê de jî agahiyên ne ber bi hev û nepiştrastkirî tên belavkirin. Bi her halî tevî ku hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya bi rêya hesabê xwe yê twitterê da zanîn ku hin sivîl hatin tahliyekirin û haya wan ji yîn mayî nîne. Lê belê li aliyê din hin wêneyên hatin belavkirin, nîşan didin ku sivîlên li taxê bi miameleya êsîrên şer hatine girtin û rastî heqaretê hatine. Herî dawî gava me nûçe amade kir Parlementera HDP´ê Pervin Buldan li ser twîttera xwe ragihand ku 36 kesên sîvîl ji taxa Alîîkan hatine tahlîyekirin.
MÊRDÎN
Hewara sivîlên Nisêbînê
Ji sivîlên li Nisêbînê yên li taxat Alîka, Yasemîn Erkol bi rêya telefonê ji kanala televizyonê Med Nûçeyê re axivî û da xuyakirin ku li gel wan 35 kes û birîndarên giran hene, û banga hestyarbûnê kir. Komeleya mafê mirovan ÎHD’ê jî xwest demildest korîdorek jiyanê li Nisêbînê bê vekirin da ku sivîl karibin bi slametî werin tahliyekirin.
Yasemîn Erkol a li taxa Alîka bi rêya telefonê xwe gihand televîzyona Med Nûçeyê, got, bi wan re zarok û dayik hene, pirraniya zarokan jî birîndar in. Erkol agahî da ku li cem wan 35 sivîl hene, got: “Em nikarin ti kesî bibînin, têkîliyê deynin. Niha em nikarin ji vir derkevin, em alîkariyê dixwazin. Her tim dengê çekan tê. Birîndarên giran û kesekî ku xwîna zêde jê diçe heye. Em nikarin herîkîna xwînê rawestînin. Av nîne, xurek nînin. Psîkolojiya zarokan xira bûye.”
ÎHD: Korîdora jiyanê pêwîst e
Şaxa Mêrdînê ya ÎHD’ê jî ji bo sivîlên li Nisêbînê bangawazî kir û got; “Pêwîst e mafê jiyanê yê sivîlan bê parastin. Li navçeya Nisêbînê ji bo veguhestina mirovên sivîl divê demildest korîdorek jiyanê bê vekirin.”
ÎHD’ê bal kişand ser wehşeta li Cizîrê û xwest demildest sivîl bên tehliyekirin.