Hêzên Iraqê dest bi operasyona kontrolkirina bakûrê rojavayê bajarê Mûsilê kirin. Gundek û fabrîqeya Gaza Mûsilê ji çeteyan hat rizgarkirin.
Berpirsê operasyona ‘Va em hatin ey Mûsil’ Ebdulemîr Reşîd Yarela diyar kir ku doh saet 06:00’ê serê sibehê operasyona kontrolkirina bakûrê rojavayê Mûsilê dane destpêkirin. Her wiha hat diyarkirin ku hêzên Iraqê ji bo rizgarkirina navçeyên Mişrîfe, Elkenîse û Heramat jî ku dikevin vê herêmê de amadekarî dikin. Heya niha gundê Hesune û Fabrîqeya Gaza Mûsil ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine kontrolkirin.
Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17’ê Cotmeha 2016’ê de dest pê kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN