Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wek gava yekemîn a rizgarkirina Minbicê, heta niha bi dehan gund û gundik rizgar kirin, navenda bajêr jî ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gelek sivîl ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin û vediguhezînin qadên ewle. Doh û pêr, bi dehan sivîlên ku çeteyên DAÎŞ’ê ew rehîn girtibûn, hatin rizgar kirin û şervanan ew veguhestin qadên ewle.
‘Çeteyan em kirin mertal’
Minbiciyan diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên hatine dorpêçkiirn hewl didin sivîlan rehîn bigirin, bikevin nav sivîlan û winda bibin. Minbicî dibêjin, ji sala 2014’an ve herêm ket bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê, zext, zilm, talan, êşkence û qetlîam li gel hatine kirin.
Minbiciyan anî ziman ku hê jî di dest çeteyên DAÎŞ’ê de sivîlên rehîn in, û ji ber ku ew ji destê çeteyên hov rizgar kirine, spasiya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir.
‘Em ê rizgarkirina sivîlan bidomînin‘
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî destnîşan kir ku pirr nêz e ku çeteyên DAIŞ’ê ji navenda bajêr bi temamî bên paqijkirin û serketin bi dest bikeve. Şervanan diyar kir ku hê jî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de sivîl hene û ji ber ewlehiya canê sivîlan jî bi baldarî tevdigerin.
Şervanan îfade kir ku ew ê tevahiya sivîlên di dest çeteyên DAÎŞ’ê de rehîn û wek mertalên zindî tên bikaranîn, rizgar bikin.
MINBIC