Li ser mijarê em Serokê Tevgera Demokratîk a Êzîdiyan TEVDA´yê Seîd Hesen Seîd re peyivîn. Seîd ê ku bi xwe jî tevlî şerê li navçe Şengalê bûyî agahiyên girîng dan: Pêşî hêzên YBŞ, HPG û YJA Starê ketin navçê… Ji doh êvarê ve şer dewam dikin… Çete hêzên xwe ji Hesekê û Til Eferê kom dikin û tînin navçê… Rojava û Bakurê bajêr di destê hêzên me de …

´Goristaneke şehîdên me heye´

Li ser pirsa, ka gelo rewşa dawî li Şengalê çi ye, serokê TEVDA´yê Seîd Hesen Seîd got, "ez bi xwe jî doh tevlî şer bûm li navçe Şengalê. Niha ez li çiyê me, ne li navçê me lê navçe ji me xuya ye û ez agahiyan ji hêzên me werdigirim. Destpêkê bi tenê hêzên YBŞ, HPG û YJA Starê dest bi operasyona rizgarkirina navçe Şengalê kirin. Niha navçe ji cihê ez lê xuya ye, agir bi navçê ketiye. Çete bi qesd ji bo ku balefir wan ji xwe re nekin armanc, dû bi ser navçeyê bikeve agir dadidin. Ji bo şerê nava navçê jî ji bo xwe çêtir dibînin ku dû û mij bajêr bigire.
Xuya ye, nêta çeteyên DAIŞ´ê nîne bi hêsanî navçê berdin. Ji milê Baecê (ji devera Hesekê) û Til Eferê hêzên xwe kom dikin. Niha hevalên me yên YBŞ û HPG´ê di hin taxên bajêr de şer dikin."

´Hêzên me li Bakur û Rojavayê bajêr in´

Seîd Hesen Seîd dibêje çete li rojhilat û başûrê navçê ne û hêzên Kurd jî  li Rojava û bakurê bajêr in û şer jî bi dijwarî dewam dike, agahiyên xwe Seîd wiha dewam kirin: "Herçî hêzên pêşmerge ne, piştî ku hêzên me ketin taxên bajêr, ew jî hatin û tevlî şer bûn."Seîd wekî din îşaret pê kir ku berê tifaq hebû ku tevî hêzên pêşmerge Sinûnê rizgar bikin û weha pêde çû: "tifaq hebû ku hêzên me û pêşmerge bi hev re li Sinûnê bixin û rizgar bikin. Jixwe HPG û YBŞ´ê gihiştibûn Sinûnê, li gundê cîran bûn. Lê hêzên pêşmerge li dijî vê tifaqê û bêyî ku agahiyê bidin bê şer hatin bi tank û erebeyan ketin gundê Sinûnê. Bi tenê mayinek teqiya bi wan de."


LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN