
Di çalakiyên ku di saetên êvarê hatin destpêkirin de gundên Girhok, Yusufiyê, Sefa, Cinêdiyê, Girê Fatê û Ebû Hecer, girên derdora Ebû Hecer, Mezraa Kelem ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Operasyona mezin
Şervnên YPG/YPJ’ê di 23’yê cotmehê de li herêma Til Koçer pêngava yekemîn a ‘Operasyona Tolhildanê ya Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa’ dabû destpêkirin. Di vê pêngavê de 2 gundên li nêzî Til Koçer hatibûn azadkirin. Di pêngava duyemîn a operasyonê ku di 26 û 27’ê cotmehê de hatibû lidarxistin de jî Deriyê Sînor ê Til Koçer ku di navbera Rojava û Iraqê de ye, ji çeteyan hat paqijkirin û serweriya bajêr radestî gel hatibû kirin.
Li gundê Cilbarat a 24 km dikve başûrê Tirbespiyê wesayîtek bombebarkirî hat teqandin. Hat ragihandin ku di bûyerê de kuştî û birîndar hene. Li gorî agahiyên ji welatiyê bi navê S.K. hatine girtin wesayîteke ku wesayîtek din a ser girtî berbi gundê wan ve dikşand. S.K. destnîşan kir ku dema herdû wesayît gihiştin gundê Cilbarat wesayîta sergirtî ku ne dihat zanîn çi têde ye di nava gund de teqiya. S.K. da zanîn ku di encama teqînê de kuştî û birîndar çêbûn, lê hejmara wan hêj nehatiye zelal kirin. Hat diyarkirin ku şêniyen gundên Cilbarat Ereb in û ev gund demek dirêj e wekî navenda çeteyan tê bi karanîn.
Li Til Elo berxwedan
Di çarçoveya opersyona şorşgerî ya ‘Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa’ de şervanên YPG/YPJ’ê di qonaxa 3’yemîn a opersyona Şorşgerî de piştî gundên Girhok, Yusufiyê, Ebû Hecer, Girê Fatê û gelek navendên herêma Çilaxa pêr êvarê azad kir. Hat diyarkirin ku Depoyên Genim ên Til Elo ku wekî bargeha sereke ya çeteyên DAIŞ’ê dihat bi kar anîna û ji vir êrîşî herêma Çilaxa dikrin jî hat azadkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
YPG: Serkeftî bi dawî bû
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku operesyona şorşgerî ya “Tolhildana Şehîdên Çilaxa û Tirbespiyê” serkeftî bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêngava 3’yemîn û dawî ya operesyonê serkeftî bi encam bû. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di encama operesyonê de gundên herêma Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê ji bermahiyên hêzên tarî û komên çete hatin paşijkirin û ev tişt hatin gotin: “ Hêzên me bi armanca parastina aramiya herêmê, çalakiyên serkeftî û bi lez li dijî komên çete yên ku aramiya herêmê binpê dikin lidarxistin. Di encama çalakiyan de çeteyên tarî ku ji derveyî herêmê hetibûn, xêra û bêra herêmê didizîn û xelkên herêmê kiribûn bin xizmeta poltîkayên xwe yên qirêj ji herêmê hatin derxistin.”
Di berdewam daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê di encama pêngava 3’yemîn de gundên Til Elo Xemir, Sewami (Depoyên Genim), Girê Gatê, Girhoka jêrîn, Elî Axa, Yûsifiyê, Cinêdiyê, Ebû Hecer û Mezreyên herêmê rizgarkirin. Her wiha fabrîqeya Dicla jî ji destê komên çete hate derxistin.Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çete yên tarî li ber berxwedana YPG’ê têk çûn û bê hêz bûn û wiha hate domandin: “Hêzên tarî li ser hêza şervanên me bê hêz bûn û piştî çekên xwe û cenazeyên xwe li pey hiştin ji meydana şer reviyan, her wiha hinek ji wan xwe radestî YPG’ê kirin. Herî dawî Tabûra Lîwai El-Tewhîd û El-Cîhad li derdora gundê Girhok reviyan û çekên xwe yên ku ji Tangek, Katyoşa, Topek û gelek çek û guleyên curbecûr li dû xwe hiştin û reviyan.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çete ku gelek kuştî dan kiriyarên dijî mirovahî pêk anîn û wiha hate domandin: “Komên çete ku li ber berxwedana şervanên me têk çûn gelek avahî, sazî û kargehên petrolê yên herêmê şewitandin. Çeteyên ku ev demeke dirêj e petrolê ji fabrîqeya Dicla didizîn, agir bi avahiyên fabrîqeya Dicla û hin bîrên petrolê yên herêmê xistin.”
‘Herêma Dêrikê rizgar bû’
Fermandariya Giştî ya YPG’ê di berdewama daxuyaniyda xwe da zanîn ku piştî herêma Dêrik bi giştî ji komên çete û hêzên tarî hatiye rizgarkirin ew dawî li pêngava 3’yemîn û dawî ya Operesyonê tînin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê bi serê xwe yê parastina şoreşgerî îsbat kiriye ku ew hêza azadî û parastina nirxên mirvahiyê yên hemû Sûriyê ne û ev tişt hatin gotin: “Berxwedana hêzên me îsbat kir ku ew hêzên parastina hemû pêkhateyên herêmê ne, bi vê yekê hêzên me îstbat kirin ku ew in hêza şoreşgerî ya Sûriyê û parastina hemû pêkhateyên herêmê bikin. Em bi vê munasebetê careke din bang li hemû şêniyên herêmê yên bi rûmet ji Kurd, ereb bi hemû eşîreyên wan dikin ku di vê qonaxa hesas de dest bidin hev û meclîsên xwe yên gundan ava bikin û bi xwe herêma xwe ku hate azadkirin birêve bibin. Hêzên me jî soz dide hemû pêkhateyên herêmê ku ew ê nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê bikin.”
Ji YPG’ê banga yekîtiyê
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên wan dizanin ku gelê herêmê ji komên tarî gelek ziyan dîtin ev tişt hatin gotin: “Em dizanin ku gelên herêmê ji destê gawiran û hêzên tarî gelek ziyan dîtin. Em dizanin van komên tarî bi darê zorê xelkên herêmê dixistin bi xizmeta xwe û berê wan didan şaştiyan. Li ser vî esasî em banga wekheviyê û biratiyê dikin û em hemû kesên ketibûn şaştiyan bi şertê ku dest ji kiryarên xwe berdin efû dikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em serkeftinê diyarî gelê xwe dikin û em soz didin ku em ê li ser xeta şehîdên xwe dewam bikin û em ê berxwedana li dijî komên tarî bidomînin heta avakirina welatekî demokratîk û azad gelê Kurd karibe xwe birêve bibe. Em soz didin ku em ê asta berxwedana xwe bilind bikin heta em karibin mafên xwe yên ku şehîdên me canê xwe ji bo wê dan. Serkeftinê bê guman nêzîk bû ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN
77 çete hatin kuştin
Di pevçûnên şeva din ku heta doh saetên sibê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ‘ê de li herêma Efrîn û Serêkaniyê qewimîne, 77 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin pêr di saetên êvarê de çeteyên DAIŞ’ê, Artêşa Muheme, Lîwai El-Tewhîd û hin çeteyên Kurd li herêma di navbera gundê Benê û Cilbirê, her wiha gundên Mezra û Mereskê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê de, êrîş pêk anîn. Li ser êrîşê şervanên YPG/YPJ’ê bersiv dan û şer heta saetên sibê dewam kirin. Hat ragihandin ku di van pevçûnan de 17 çete hatine kuştin. Her wiha 2 wesayîtên çeteyan hatine destserkirin. Di van pevçûnan de şervaneke YPJ’ê jî şehîd ket.
Her wiha şervanên YPG/YPJ’ê li dijî noqteyek çeteyên DAIŞ’ê ya li gundê Meeyemînê jî çalakî lidarxist û di encamê de kuştî û birîndarên komên çete çêbûn. Her wiha di pevçûnên li derdora gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera ya Efrînê de jî 7 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Li gundê Yazî Baxê jî hêzên YPG/YPJ’ê li dijî noqteyek komên çete çalakî lidarxist û di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Li Serêkaniyê çalakî
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, di pevçûnên ku pêr ji saetên sibê li gundên Til Xelaf, Mişrafa, Tiwêmiyê, Esfer Necar û Keşto yên Serêkaniyê qewimîne de derdora 40 endamên komên çete hatine kutştin. Heman çavkanî destnîşan kir ku di pevçûnan de wesayîtek çeteyan jî hetiye ruxandin. Pevçûn li rojava û başûrê Serêkaniyê dewam dikin.
EFRÎN