ÊLIH: Yekîneyên polîsan li Êlihê bi ser gelek malan de girt. Polîsan li taxa Çamlicayê bi ser mala xebatkarê Belavkariya Firatê Mevlut Ayag de girt û li malê lêgerîn kirin. Piştî lêgerî Ayag hate binçavkirin. Di serdagirtinên taxên Yavuzselîm û Huzurê jî Omer Dayan, Hudîdan Ablig û Ercan Can hatin binçavkirin. Di serdagirtinên bajar de heya niha bi giştî 12 kes hatin binçavkirin.
WAN: Yekîneyên polîsan li taxa Seyît Fehîm Avrasî ya Wanê bi ser konê aktîvîstên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, konê ji aliyê şaredariyê ve ji bo zarokan hate vekirin û konên kesên dildar de girtin. Polîsan li konan lêgerîn pêk anî û hemû alavên konan de belavkirin. Di heman saetan de polîsan li gelek taxan jî bi ser malan de girtin. Di serdagirtinan de 11 kes hatin binçavkirin.
COLEMÊRG: Yekîneyên polîsan bi ser yurta xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê ya girêdayî Yurtkurê de girt. Di serdagirtina li beşa zilaman pêk hat de Adem Çelîk, Ridvan Korkmaz, Metîn Ersan û Yunus û Hamît ên paşnavê wan nehate zanîn hatin binçavkirin. Di serdagirtinên heman saetan de jî Muslum Beyter hate binçavkirin.
ÇELÊ: Li taxên Emîrşaban, Cumhuriyet û Yeniyê yên Çelê jî polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdagirtinan de Muharrem Parlak, Feyaz Turan, Omer Guneş, Mehvan Akdemîr, Tarik Kanat û Şaban Derîn hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku 6 kesên hatin binçavkirin dê bibin Wanê.
GEVER: Yekîneyên polîsan û tîmên taybet li taxên Yeşîldere, Gungor û Dîzeyê yên Geverê jî bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtinan de Kajîn Akçelîk, Kevkes Kiliçak, Evliya Şedal û Reşît Orhan ên temenê wan 17 û 20 salî hatin binçavkirin.
Hate zanîn ku Endamê DYG'ê Haluk Bor ê li roja borî hate binçavkirin piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan serbest hate berdan û Dundar Kaya hêj di binçavan de tê girtin.
MÊRSÎN: Yekîneyên Midûriyeta Polîsan bi ser Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê (MED DER) de girt. Polîsan di serdegirtina komeleyê de lêgerîn pêk anî û di lêgerînê de gelek pirtûk, kaset, CD û kovar desteser kir. Polîsan piştî lêgerînê 10 xwendekarên xebata Newrozê dimeşandin binçav kirin.
STENBOL: Li Stenbolê bi 10 hezaran kesan xwest biçin li qada Kazliçeşmeya Zeytînbûrniyê beşdarî mîtînga Newrozê bibin. Lê ji ber ku walîtiyê Newroz li welatiyan qedexe kir û welatiyan jî bi israr xwest Newrozê pîroz bikin li gelek kolanan pevçûn derket. Li gorî agahiyên rêveberên BDP'ê yên navçeyên Bagcilar, Avcilar, Kartal, Kadikoy, Sultanbeylî, Zeytinburnu, Kuçukçekmece, Başakşehîrê di mudaxaleyan de 159 kes hatin binçavkirin. Pişti 159 kes hatin binçavkirin 30 kes li Midûriyeta Polisan serbest hatin berdan. 9 kesên sewqî dozgeriyê hatin kirin jî li bendê ye serbest bên berdan. 120 kesên din jî li midûriyeta polîsan îfadeya wan berdewam dike. Dema ku rojnameya me çû çapê tu agahî nehatibû bidestxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN