Erdogan di qesra xwe ya 1150 ode de fermana operasyona siyasî û serbazî dide, piştî ku di 7 Hezîranê de encamên hilbijartinê derbek li xeyalên Sultantiyê xist. Çi nema Erdogan û ekîba wî nekirin ji bo ku pêvajoya aştiyê xera bikin? Diviyabû komîteya çavdêriyê ku AKP´ê erê kiribû biçin Îmralî lê Erdogan rê neda, di dema hilbijartinê de polîs, tîmên taybet zêdetirî 200 êrîşî birin ser HDP'ê û gotin " Em ê di sindoqên dengdanê de bersivê bidin" Li Agiriyê bi rêya arteşê êrişî gerîla kirin û li Amedê êrişa bombeyî pêk anîn lê gel ji bo ku alozî dernekeve cenazeyên şehîdên xwe di rewşeke aram de sipartin axê. Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan bi komkujîya Pirsûsê dest bi rewşeke nû kir û sedema vê yekê jî hezmnekirina têkçûyîna DAIŞ'ê li Rojava bû ji ber ku roj bi roj têk diçûn û him jî bi zextên hundirîn re rû bi rû diman. AKP niha bi hemû hewildanê xwe ên êrişkirinê û aloziyan amadekarîya pêvajoya hilbijartina pêşwext dike. Bi wî awî dixwaze hem dengên nijadperestan kom bike û hem jî bi desteka ji derve Tevgera Azadî tengav bike.
Koalisyona li hemberê DAIŞ'ê yek ji wan rêbazan ku dixwaze AKP bi siyasete taktîkî ji xwe re bikar bîne, ma kî nizanê AKP'ê çiqasî alîkariya DAIŞ'ê kir. Bi bihaneya ku wê Tirkiye fiîlî bikeve nava koalisyonê, lê armanca sereke şerê hemberê Rojava û astengkirina hevgirtina Kantonên Kobanê-Efrinê ye. Ev siyaseta ku wê pêvajoya aştî di Tirkiye de dixe nava tengasiya û talûkeya bi dawî bûnê ji alî gelê Kurd di serî de, hêzên demokratîxwaz û heta hêzên navnetewî jî naye qebulkirin. Tevî ku hin daxuyaniyên retorîk yên Emerîka û Almaya li dijî PKK lê herdû jî wan êrîşan ji şerê li dijî DAIŞ'ê cuda dikin û bi dilgermî li êrişên ser PKK'ê nanêrîn.
Berdevkê wezareta derve yê Emerîka Brett McGurk dibêjê "Di asta têgînê de lihevhatina me ya bi Tirkiye re li hemberê DAIŞ'ê, pêwendiya wî bi PKK'ê re nîne. Em daxwaz li her du aliyan dikin da ku girêdayî pêvajoya aştî bin". Di dawî de Emerîka siyasetêkî pragmatîzmê bi rêve dibe û li gorî berjwendîyên xwe tev digere niha ji bo wan şerê DAIŞ'ê û mesele Musilê li pêşi ye, lê yên hêzên mîna AKP û PDK dixwazin weke derfet ev şer ji bo lawazkirina PKK ji xwe re bikarbînin.
Siyaseta PDK'ê ne hewceyî şirove ye. Mirov dikare siyaseta wan wekî ' Siyaseta destê diduya " bi nav bike. Ev siyaset bi devê AKP dayîna daxuyaniyan heta ne li berjewendiya PDK ye jî ji ber AKP di nava siyaseta Tirkiye de nava tengasiyê de ye. Şer û alozî ji bo hibijartin bikar tînê lê çi berjwendîya PDK'ê heye?
PDK ne ku tenê êrişên balefirên Arteşa Tirk li Başurê Kurdistanê şermezar nake her wiha ji bo pêkanîna vê êrişê ji alî serokwezîrê Tirk Ahmet Davûdoglû ve hatîye agahdar kirin.
Ev şer ji bo AKP û bi taybet jî ji bo Erdogan şerê hewildana vegerandina xîreta şikestî ye. Erdogan û ekîba qaşo dibêjin "bila dayîk negirîn" lê siyaseta wan ji bo alîkariya DAIŞ'ê û grupên terorîst li Suriyê bûye sersebeb ku dayik ji bo xwe parastinê bi zarokên xwe re bikevin çeperên berxwedan û xweparastinê.
Ev êrişên ku AKP dibe ser tevgera azadiya Kurd wê bi israra gelê Kurd parastinê hê xurtir dike, ji her demê zêdetir bereya demokratîk li Tirkiye û herêmê xurt bûye. Dengên ku HDP'ê girtin, piştevanîya sedan ciwanên Tirk di şoreşa Rojava û ji nû ve avakirina Kobanê ku li Pirsûsê bi teqînê re rûbirû man. Peyam û nivîsên çapemenî û hin aliyên siyasî li Tirkiye êdî ji bilî israra li pêkanîna bereyeke demokratîk ti rêyeke din namîne.
Ger hilbijartinên pêşwext ku AKP israr dike werin kirin, wê zirarmendê yekemîn AKP û Erdogan bin. Vê carê ne tenê nikarê xîreta xwe ya şikestî vegerînê wê AKP û hevalbendên wan li herêmê têkçûna wan hîn misogertir bibe.
Îradeya aştî ku bi komkûjîya Parîsê, rê neda şer û kûrbûna krîzê wê ji ber ku şûn de qet nikare bi ser bikeve. Mîna ku HDP di dema hilbijartinê de ji Erdogan re got "em te nakin serok" û xeyala Siltantiyê di qirika wî de hişt, wê vê carê HDP bi slogana "Em rê nadin şer" heman peyamê dide AKP'ê û wê bi vê peyamê bi ser bikeve ji ber ku "Civak û Aştî" cêwî ne ku nikarin ji hev werin cudakirin.