
Piştî ku bajaroka Til Berek ji aliyê YPG’ê ve ji çeteyên Liwa El Tewhîd û Cephet El-Nusra yên ku ev 8 meh bûn tê de bûn hate rizgarkirin, welatî vedigerin malên xwe. Hate gotin ku çeteyan depoya genim vala kiriye û hemû alavên di avahiyên fermî yên wekî postexaneyê de jî dizîne.
Li Efrînê 21 çete hatin kuştin
Li derdora gundên Qestel Cindo û Meerînê yên girêdayî Efrînê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket û di encamê de 21 çete hatine kuştin. Şervanên YPG’ê, komeke çeteyên DAIŞ’ê ku xwestin êrîşî gundê Qestel Cindo bikin, xistin kemînê û şer derket. Hate gotin ku di şerê li gundên Qestel Cindo û Meerîn yên girêdayî navçeya Şera de 21 çete hatin kuştin. Komên çete piştî pevçûnan neçar man paşve vekişin û cenazeyên hevalên xwe li pey xwe hiştine.
EFRÎN/TIRBESPIYÊ