Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniya da û ragihand ku saetên sibê li hemberî bajaroka Rebîa ya girêdayî Mûsilê, hêzên YPG’ê ji aliyê deriyê Til Koçer ve, hêzên pêşmergeyan jî aliyê bakurê rojava ve operasyonek berfireh dane destpêkirin. Li hemberî çeteyên DAIŞ hêzên YPG’ê û pêşmergeyan êrîşa li herêmên xwe dane destpêkirin bi şêweyekî koordîne dewam dike.” Di heman demî de li herêmên di navbera bajarê Kerkûkê û bajarokê Daqoqê yên Başûrê Kurdistanê de, gerîlayên HPG’ê û hêzên pêşmergeyan li dijî DAIŞ’ê operasyonek dan destpêkirin.


Rabîa hat stendin

Şerê li herêma Kobanê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Çeteyên DAIŞ‘ê yên destekeke mezin ji welatên Kendavê û Tirkiyeyê werdigirin, bi hêzeke mezin êrîşî xeta Cezaa-Şengalê dikin. Tê gotin ku armanc bi temamî dorpêçkirin û têkbirina Rojava ye. Di vê dema ku bala her kesî li ser Kobanê ye, li hemberî herêma Şengalê ya piştî dagirkeriya DAIŞ‘ê ya 3’ê Tebaxê bi sed hezaran kes neçar man cih û warên xwe biterikînin, di rojên dawî de êrîşên mezin tên kirin. Çeteyên DAIŞ’ê hêzeke mezin anîne herêma Rebîa ya Mûsilê heta Şengal û Cezaa ya Rojavayê Kurdistanê. Êrîş bi hemwextî pêk tên.
Hêzên Pêşmerge li eniya Zûmar-Rebîeyê li parêzgeha Mûislê êrişekî berfireh li dijî çekdarên DAIŞê dan destpêkirina.  Fermandeyekî hêzên Pêşmerge li eniya Rebîeyê got, me îro danê sibê li eniya Rebîeyê êrişî çend gundên wê deverên kir, di encamê de me karî gundên Mehmûdiye û Siûdiye kontrol bikin. Li her du deveran jî operasyona hevpar ya hêzên Kurd dewam dike.

Li Şengalê şer

Ji gundê Sinûnê heta gundê Dugura yên Şengalê, pêleke êrîşan destpê kir. Bi berxwedana hevpar a YPG, HPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê re bersiv ji çeteyan re hat dayîn. Çeteyên ku êrîşî korîdora însanî ya Rojava-Şengalê kirin. Fermandariya HPG’ê ya Şengalê di 29’ê Îlonê roja Duşemê de daxuyaniyek dabû û ji bo armanca êrîşên ji 26’ê Îlonê û vir ve dewam dike de gotibû, “Armanca vê êrîşê, qutkirina korîdora alîkariya însanî ya diçe Şengalê û dorpêçkirina bajarê Şengalê ye. Dixwazin vê tevgera komkujiyê ya di 3’ê Tebaxê de dan destpêkirin, temam bikin.” Li Cezaayê YPG, li Şengalê jî HPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê li dijî van êrîşên dorpêçkirina Rojava, bi tundî bersivê didin.

NAVENDA NÛÇEYAN




Mazlûm Bagok

Xebatkarê Navenda Çapemeniya YPG’ê Rojnamevan Mazlûm Bagok di şerê li herêma Rabîa ya di navbera hêzên kurd û çeteya DAIŞ‘ê de jiyana xwe ji dest da. Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku xebatkarê wan Rojnamevan Ehmed Sado (Mazlûm Bagok) li Rabîayê jiyana xwe ji dest daye. YPG’ê di daxuyaniya derbarê mijarê de wiha got: “Heval Mazlûm Bagok 28’ê Îlonê li navçeya Rebîa ya girêdayî Mûsilê jiyana xwe ji dest da. Rêheval Mazlûm ê ji bo şopandina berxwedana rêhevalên me ên li hemberî êrîşên çeteyan ên li dijî herêmên sêgoşeya Dugura, Cezaa û Rebîa ku li Rebîa bû, şehadeta wî em xemgîn kirin.”
Di beredewama daxuyaniyê de YPG’ê derbarê Bagok te ev tişt diyar kirin : “Rêheval Mazlûm ku li herêma Cizîrê li gelek qadên şer de maye, bi dîmen û wêneyên kişandiye berxwedana hêzên me bêmiring kiriye, bi rêbaza xebata xwe ya bi disîplîn, tevlîbûna bi coş, morala bilind û îradeya xwe ji bo me hemûyan sekneke mînak nîşan da. Em jî weke endamên Navenda Çapemeniyê em ê vê têkoşîn û sekna bi mînak bidîn jiyîn û bibîn layîqê rêheval Mazlûm û hemû şehîdên xwe.” Rojnamevan Ehmed Sado (Mazlum Bagok) li Qamişloyê hatiye dinê û di sala 2014’an de tevlî nava refên şervanên azadiyê bû.

RABIA