Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi minasebeta 5'emîn salvegera Orhan Dogan, li Navenda Mem û Zîn bernameya bibîranînê hate lidarxistin. Di bernameya bibîranînêde Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, Serokê BDP'a Şirnexê Bakit Katar, Serokê BDP'a Cizîrê Mehmet Nezir Akengin, Wekîlê Şaredarê Cizîrê Nesim Guven, malbata Dogan û gelek kesên din amade bûn. Serokê BDP'a Şirnexê Bakî Katar, anî zima ku Orhan Dogan ji bo gelê Kurd siyasetmedarekî gelek girîng û navdar bû.
Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî diyar kir ku ligel hemû zext û zoran di ber xwe dan û wiha got: "Bila her kes zanibe ku gelê Kurd heta aşti pêş bikeve dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bîrtane da zanîn ku gelê Kurd dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

DÎHA/ŞIRNEX