Jinên astengdar nayên dîtin
Kiratli wiha got: “Ev têkoşîn heta ku jiyaneke nû ya demokratîk neyê qezenckirin dê bidome û dê têkoşîna me bidome. Ev şahiya ku tê kirin ku ji bo ku em balê bikişînin ser pirsgirêkên jinên astengdar û bi wan re em bikevin nava piştevaniyê me pêk anî. Jin ji aliyê pergala serdest ya mêr ve tên mêtîngerkirin û jinên astengdar hem ji ber jinbûn û hem jî ji ber astendariyê zêde nekarin bijîn. Em wek midûriyeta şaxa astengdaran ya serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her tim şahiyên wisa pêk tînin û di alî civakî, çandî û aborî de piştgiriyê didinê. Kiratli balkişand ser komujiya xwezayê û got ew li cem ciwanên ku li Hewselê berxwed didine.
Stranên bi pir zimanan
Piştî axaftinan Orkestraya Tîgrîs Oda, hunermenê navenda çanda Dîcle-Firatê, hunermend kerem Sevînç û hunermenda operayê Pervîn Çakar derket ser dîkê. Bi kurdî, dimilî, tirkî û îngîlîzî stran hatin gotin. Her wiha sekreterê giştî yê Konseya Bajar a Amedê Metîn Kilavuz û Semra Kiratli plaket û kulîlk dan hunermendan.
DÎHA/AMED