OSCE bi Demîrtaş re rûnişt
Şandeya çavdêr a hilbijartinan a Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewrûpayê (OSCE) bi namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re, li girtîgehê rûnişt.
Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê got, “Şandeya çavdêr a hilbijartinan a OSCE’yê ku bi çarçoveya serdanên beriya hilbijartinan hat Tirkiyeyê û daniye ber xwe ku bi hemû namzetên Serokkomariyê re rûne, îro bi Namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş re li Girtîgeha Edîrneyê rûnişt.”
OSCE bû şandeya pêşî ya biyanî ku bi destûra Wezareta Dadê û Wezareta Karê Navxwe ya Tirk li Girtîgeha Edîrne bi Selahattîn Demîrtaş re rûnişt.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Rêzdar Demîrtaş, binpêkirina mafan a dema girtîbûna xwe û li ser partiya me û muxalefetê bi OSCE’yê re peyiviye.” STENBOL