"Pir gotin û axaftin li ser vekişîna gerîllayên PKK’ê ji Tirkiyê ber bi Herêma Kurdistanê ve tên kirin. Hinek aliyên hikûmeta Iraqê vê yekê wek metirsî li ser sînor û serweriya Iraqê bi nav dikin. Di wê demê de û piştî daxuyaniya Ocalan, me nerazîbûna xwe ji vekişîna gerîlayan a ji Tirkiye yê ku welatê wane, diyar kir. Piştî daxuyaniya Ocalan du mehan helwesta Bexdayê zêdegaviye. Di demek ku ti helwesta wan li ser li hevkirina ewlekariya sînor a di navbera Enqere û Sedam, hatina hêzên Tirkiyeyê nav xaka Iraqê û bombebarankirina Herêma Kurdistanê de tune bû."
Pêvajo pir girînge
Osman diyarkir ku ew hêvîdare ku pêvajo bi awayek serkeftî biçe û destnîşan dike ku, ev pêvajoya ku di navbera Erdogan û Rêberê gele Kurd Abdulah Ocalan de destpê kiriye li bakûrê Kurdistanê bigihe aştiyê û ‘pir girîng’ bi nav dikir. Parlamenterê Mehnûd Osman di dawiya gotara xwe de jî wiha dinivîse: "Bexda dikare vê kêşeyê bi Tirkiyeyê re biaxive. Dikare li ser asta erebî, îslamî û Encûmena Ewlekariyê gilî jî bike, ne guneh bixe stûyê aliyên Kurdistanê yên ku deryayek xwîn dane di şerê li dijî Enqereyê de."
BEXDA