Otobusa bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 8’ê îlonê de ji bajarê Mannheima Almanyayê bi rê ket, li welatên Swêd, Holanda, Belçîka, Danîmarka û Almanyayê, bi giştî li 37 bajaran geriya. Otobusa azadiyê niha jî dest bi gera li Awusturyayê kir. Berxwedêrên otobusê li bajarê Lînzê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Piştre li Hauptplatzê mitîng hate lidarxistin.
Di mitîngê de li ser navê berxwedêran Helîme Gokçen û Hozan Şemdîn axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku zêdetirî salek û sê mehan e ku Ocalan li Îmraliyê helwestek a berxwedanî nîşan daye û bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên ku ji hêla dîlên azadiyê ve hatiye destpêkirin. Di axaftinan de hate xwestin ku Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn divê piştgirî bidin kampanyaya ji Ocalan re Azadî. Piştî axaftinan li qada mitîngê ji bo azadiya Ocalan standa îmzeyan hate vekirin û îmze hatin berhevkirin. Di mitîngê de Koma Jiyan şanoya li ser tecrîda li Îmraliyê hatibû amadekirin hate nîşandan. Mitîng bi stranên Koma Deng, Koroya Zarokan a Mûsa Anter û staranên dengbêj Umran Gelo bi dawî bû.
Di saetên êvarê de, li Komeleya Çandê ya Kurdan civîna gel pêk hat. Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (KON-KURD) Îsmet Kem axaftinek kir û banga ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan a bi awayê “Em li vir li ber xwe didin. Divê hûn dengê berxwedana me ragihînin  hemû cîhanê.” 

LÎNZ