Li pirsûsê bavek û 2 kurên wî yên ji aliyê AKP’ê hatibûn qetilkirin; niha rapora wan a otopsiyê hat eşkerekirin. Hat zanîn ku Celal û Adil Şenyaşar ji nêz ve bi çekan hatine kuştin, bavê wan Esvet Şenyaşar jî bi kêran û amûrên tûj hatiye lînckirin. Ev rapor eşkere nîşan dide ku ermanca êrişê kuştina hilbijêrên HDP´ê ye.
Parlamenter û namzetê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz û parêzvanên wî 14’ê Hezîranê, bi çekan bi ser dikana esnaf Esvet Şenyaşar û zarokên wî de girt. Di bûyerê de zilamên parlementerê AKP’ê Yildiz, Adil Şenyaşar, Celal Şenyaşar û bavê wan Esvet Şenyaşar bi lîncê û guleyan kuştin. Rapora otopsiyê derket holê ya ku ji malbata Şenyaşar û parêzeran hatibû veşartin. Ajansa Mezopotamyayê rapor bi dest xist.
Dozger rapor neda malbatê
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê, Mahmut Togrul û parêzerê malbata Şenyaşar, piştî bûyerê, doza encama rapora otopsiyê kirin ku li gorî qanûnan diviyabû bidin malbatê. Ji bo raporê bistînin demeke dirêj bi dozger re hevdîtin hatin kirin, lê dozger rapora otopsiyê neda malbatê û parêzeran.
Celal û Adîl Şenyaşar piştî êrişa çekdarî bi birîndarî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê ya 25 Aralikê. Piştî jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan saet di 21.00’an de birin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Saziya Tipa Edlî, bêyî ku agahiyê bide malbatê û parêzeran cenaze otopsî kirin û rapor amade kir.
Celal ji nêz ve gulebaran kirine
Li gorî raporê 6 gule ji aliyên cuda ve li bedena Celal Şenyaşar ketine. Guleya ewil ku li bedena Celal ketiye ji nêzîk ve hatiye berdan û bi armanca kuştinê ye. Dîsa hat diyarkirin ku guleyên din ên li bedena Celal ketine ne di asta kuştinê de ne. Di şopê hemû guleyên din de hat diyarkirin ku ji nêzîk ve hatine berdan.
Herçî rapora li ser Adil Şenyaşar e, tê de tê gotin, li 14 cihên cuda yên bedena Adil, birînên amûrên tûj hene. Li 14 cihan birinên kûr vebûne. Di rapora yekîneyê de hat diyar kirin ku Adîl Şenyaşar rastî lînçeke mezin hatiye.
Di rapora otopsiyê ya sîstematîk de jî hat diyarkirin ku 17 gule li bedena Şenyaşar ketine û gule ji çekên çapên cuda li bedena wî hatine barandin. Ji guleyên ku li bedena Adîl ketine jê 5 gule di asta kuştinê de lê ketine. Ji ber guleyan birîndar bûye lê nebûye sedema mirinê. Tenê 2 gule ji dûr ve lê ketine. Guleyên din ji nêzîk ve li bedena wî hatine barandin. Li gorî raporê ji ber ku xwîn çûye hinavên wî, jiyana xwe ji dest daye.
Bav jî lînç kirine
Bav Haci Esvet Şenyaşar ê ku piştî kurên wî birîndar bûn û çû Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê ve rastî lînçê hat û hat qetilkirin. Li gorî rapora otopsiyê 15 Hezîranê saet di 17.00’an li Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê ya 25 Aralikê Haci Esvet Şenyaşar jiyana xwe ji dest daye. Di rapora xarîcî ya beriya otopsiyas sîstematîk de hat diyarkirin ku bedena Bav Şenyaşar bi 7 cihan bi giranî hatiye birîndarkirin. Dîsa li 23 cihên din birînên ku nebin sedema mirinê hene.
Di rapora otopsiyê ya sîstematîk de jî ji bo sedema mirina Esvet Şenyaşar hat gotin, “Bi gelemperî girêdayî trawmayên bedenê ekstermite, sternum, parietooksipitalde ya çep, tabula derve hatine şikandin. Dîsa xwîn çûye ser mejî, xwîn çûye ser organên hundir. Bi lînçê hatiye kuştin.”
Ev rapara otopsiyê jî eşkere nîşan dide ku êrişakaran bi armanca kuştinê endamên malbatê bi sîlehan û derban kirine armanc û yekser êrişeke li dijî hilbijêrên HDP´ê ye.
MA/DÎLOK