Owen diyar kir ku, helwesta dadgehê ya li hemberî parastina zimanê zikmakî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan dixe nava fikaran. Owen anî ziman ku, çalakiya grevê di roja 59'an de berdewam dike û ev yek wan dixe nava fikaran.
Owen da zanîn ku, da zanîn ku pêkanînên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne li gorî tu pîvanên hiqûqê ye û wiha got: "Kî dibe bila bibe divê karibe bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ocalan di asta Rêberê Gelê Kurd de ye. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de rolê kilît dileyîze. Tiştê ku dewlet bike divê ne girankirina îşkence û tecrîdê be, dijberî vê yekê divê rê li pêşiya diyalog û muzakereyê veke. Divê rê li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd veke. Owen divê bi lezgîn parêzer û malbat karibin bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. Li gorî min helwest û sekna Serokwezîr ne raste. Divê Serokwezîr xwe nîşanî derûnînasekî bide. Delîla vê yekê jî gotina Erdogan ya "Nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne" ye. Di hiqûqa navneteweyî de prensîbên navneteweyî mafê herî bingehîne."
Owen destnişan kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe rê li pêş aştî û çareseriyê veke, divê teqez karibe bi derve re hevdîtinan pêk bîne û riya diyalogê li pêş wî vekirî be. Owen daxuyand ku ew bi xwe jî dixwaze Ocalan bibîne û wiha axivî: "Dema min Deryaya Marmarayê dît, di dilê min de bi avjeniyê derbazî marmarayê bibin û biçim Îmralî derbaz bû. Ez Ocalan û Nelson Mandela dişibînim hev. Tu sedemên ku parêzer nikaribin biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk binin tune ye. Me gotibû duh Mandela îro Ocalan."
ANF/STENBOL