Hunermenda Kurd Bêrîvan Alp, ji ber nexweşiya kansêrê rehmet kir.
Bêrîvan Alp a ji navçeya Amedê Erxeniyê, ev demeke dirêj bû ku li Swêdê kar û barê hunerî dikirin. Bêrîvan Alp a rehmetî, ji bo ku çand û hunerê Kurdî li Swêdê bê nasîn, gelekî kar dikir û xwe diêşand. Ji bilî wê, Bêrîvan Alpê di nava xebatên Meclîsa Jinê de di nav yên komeleyê û gelek kar û barên din ên civaka Kurd de bi dil û can cihê xwe digirt. Wê dixwest di nava têkoşîna azadiyê ya miletê Kurd de bi kar û keda xwe hebe, û ji bo wê jî bi şev û roj xebat dikir. Lê hîna di temenekî ciwan bêhesêbê de ji ber ku bi kanserê ket, ev dinya gewrik bi cih hişt.
Bêrîvan Alp demeke dirêj bû ku ji ber nexweşiya kanserê li paytexta Swêdê Stockholmê dihat dermankirin.
Ji ber ku Bêrîvanê wefat kir, Kurdistaniyên li Swêdê gelekî xemgîn bûn û kir ku şîna wê bigirin. Bi nexweşiya xwe jî, Bêrîvan Alpê xwe ji çalakiyên Kurdan nedihişt, û bi stranên xwe û gotina marşan, ew jî her çalak bû.
Li ser wefata Bêrîvanê, nûnerê Roja Sor a Swêdê, Hasan İnce daxuyaniyek da got, Bêrîvan Alp ji salên 1980ʼyî ve di nava xebatên Kurdistaniyan de bi awayekî çalak cihê xwe digirt û ew yek ji welatparêzên pirr çalak bûye.
Hasan Înce bi bîr xist ku Bêrîvan Alpê ji mêj ve di nava komeleyê de xebatên çand û hunerî kirine û wiha peyivî: “Bêrîvan Alp gelekî bû alîkar da ku çand û hunerê Kurdan li Swêdê bê naskirin û belav bibe. Hîna ciwan bû, me ew ji dest da. Bila serê gelê Kurd xweş be. Em ê bibîranîna wê bi xurtkirina têkoşîna xwe vejînin.”
STOCKHOLM