Beriya bi çendekê, ji kedkarên Çapemeniya Azad, Tevgera Azadiya Jinê û welatparêza ji Rojhilatê Kurdistanê Nîna (Nahîd) Ehmedî wefat kiribû. Kurdistaniyên li Awusturyayê, hevrê ş dostên Nîna Ehmedî, cenazeyê wê bi merasîmeke spartin axê.

Merasîma cenaze li Zentralfriedhof a Viyana çêbû. Hevserokê Meclîsên Civaka Demokratîk ên Kurd li Awusturyayê Halis Gezer di merasîmê de peyvî û got, "Nîna ya Heval, herî zêde dixwest ku Kurdistan azad bibe. Li vir, li cem wê, em careke din sond dixwin ku em ê ji bo bicihanîna xewnên wê têkoşîna xwe heta bi dawiyê dewam bikin."

Piştre, Hevseroka KNK´ê Nilufer Koç got, wê Nîna Ehmedî sala 1995´an nas kiriye, wê gelek ked daye di ber têkoşîna azadiya Kurdistanê de û ev kedkariya xwe heta bi dawiya temenê xwe jî dewam kiriye: "Em ê li Kurdistana Azad ku Nîna ya Heval di ber de têdikoşiya, teqez bigihîjin hev."

Di merasîmê de lli ser navê Çapemeniya Azad jî Rêşad Sorgul û Necîbe Qeredaxî jî peyivîn.

 

KADÎR GUNEŞ / VİYANA