Rojnameger Evîn Buldan di temenê xwe yê ciwan de jiyana xwe ji dest da. Evîn ji destpêkê heta dawiyê jî bi rûkenî, lêhûrbûn û bi israra xwe ya xwe ragihandina heqîqetê dihat naskirin. Evîn li Geverê ber bi rêya dawî ve hat oxirkirin. 

Edîtora rojnameya me Rojeva Medya Evîn Buldan a dema ji kar derket û diçû malê di rê de qrîza dil derbas kir. Buldan a krîza dil derbas kir ligel mudaxaleya ekîbên tenduristiyê ya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Paşê rakirin Nexweşxaneya Memorial a Amedê ji bo otopsiyê  birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyûbî. Malbata Buldan a li navçeya  Geverê ya Colemêrgê dijî piştî agahî bihîstin ji Geverê ber bi Amedê ve ketin rê. Cenazeyê Buldan doh serê sibê saet di 07:00’an dê ji hêla malbat û hempîşeyên wê bê wergirtin û ji bo definkirinê birin navçeya Geverê.


Peyamên sersaxiyê 

Ji bo rojnemevan Evîn Bûldan a ku jiyana xwe ji dest da, peyamên sersaxiyê hatin dayîn. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Navenda Partiya Yekîtiya Demokrathik (DBP) û Însiyatîfa Rojnamevanên Azad ji ber wefata edîtora rojnameya Rojeva Welat Evîn Bûldan, sersaxî ji malbatê û kedkarên çapemeniya azad re xwestin.


Mexdûr û şahida zilma mêtingeran 

Rojnameger û edîtora rojnameyên Azadiya Welat û Rojeva Medya Evîn Bûldan di sala 1990’î de li navçeya Gever a Colemêrgê ji dayik bû. Evîn, hêj di temenê xwe yê biçûk de bi zordestî, kuştin, qetilkirin û sirgûna dewleta tirk re rû bi rû ma. Di 4 saliya xwe de apê xwe Savaş Buldan di encama êrîşa dewleta Tirk de winda kir. Di heman demê de ji ber zexta dewleta tirk, sirgûnî başûrê Kurdistanê bûn. Piştî bi sedan kul û derdan, bi sedan êş û azaran jî li wargeha Mexmûrê bi cih bûn û Evînê dest bi xwendinê kir. Li Zanîngeha Selahaddînê di beşa Radyo û Televîzyonê dest bi xwendekariya çapemeniyê kir. Bi bidawîkirina xwendina xwe re jî bi armanca têkoşîn û ragihandina polîtîkaya pişaftin, qirkirin û tunekirina dewleta tirk vegeriya bakurê Kurdistanê û di sala 2011’an de li rojnameya Azadiya Welat dest bi xebatên çapemeniyê kir. Piştî ku Azadiya Welat bi KHK’a AKP’ê hate girtin jî meşa xwe di rojnameya Rojeva Medya de domand.


Bû xwedî keda bêhempa

Ji destpêka xebatên çapemeniyê heta roja dawîn jî bi armanca ragihandina rastiyê li bakurê Kurdistanê kedeke bêhempa da û bû mîrateyek di çapemeniya azad de. Rojnameger Buldan di temenê xwe yê ciwan de bi lêhûrbûn û zanîna xwe, li hemberî polîtîkaya dewleta Tirk, bi xwedîderketina li rastiyê re bû qîrîn û dengê gelê Kurd û Kurdistaniyan. Bi tecrubeya xwe ya salane jî, di pêşvebirina çapemeniya azad de roleke gelekî girîng lîst û di gihandina sedan rojnameger û nûçegihanan de kedeke mezin da. 


 AMED