Nûnerê KCK'ê Velî Şengalî jî di çalakiyê de axaftinek kir û diyar kir, ku gelê Kurd di pêvajoya têkoşînê de berdêlên gelekî mezin daye û ewê her tim cangoriyê vê rê bibîr bînin. Şengalî da xuyakirin ku eger îro li dora masa çareseriyê hatiye rûniştandin, ev bi saya şehîdan e û bang li herkesî kir ku xwedî li pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin, derkeve.
Di çalakiya bîranînê de, hevalên berê yên têkoşînê behsa kesayetî, têkoşîn û bîranînên Ozan Zinar kirin.
Piştî xwarina li ser navê Ozan Zinar hat dayîn, Koma Sîmar stranên Ozan Zinar got.
Tevlî Koma Berxwedan bû
Ozan Zinar ku bi strana "Bîz Apoya Soz vermîşîz" (Me soz daye Apo) tê naskirin, di sala 1954'an de li gundê Ekecîk ê Aksarayê hat dinê. Ozan Zinar di 16 saliya xwe de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nas kir û ji bo têkoşîn li nava Kurdên li Ekecîkê belav bibe, kedeke mezin da. Weke karker di sala 1972'an de hat paytexta Holanda Amsterdamê 3u di 18 saliya xwe de li Kargeha Fort xebigtî. Li vê derê jî têkoşîna sendîkayî da û cara yekemîn di sala 1976'an de li Komeleya HTÎB dest bi xebatên xwe yên hunerê kir. Bi navê Ozan Harabî konser da.
Di sala 1982'an de bi komeke ji welatparêzan re di avakirina Navenda Çanda Kurd a Amsterdamê û di sala 1983'an de jî di avakirina Huner-Kom'ê de cih girt. Dûre tevlî Koma Berxwedan bû û di radyoya Botanê ya li Asterdamê dest bi weşanê kir, cih girt. Stranên Ozan Zinar ên bi nav "De Bimeş", "Mendo Tuye", "Mûnzûr Çayi" tên naskirin.
Ji ber nexweşiya kanserê, 3 hefteyan li Nexweşxaneya Medîkal VU Amsterdamê hat dermankiri, lê belê di 29'ê Gulana sala 2011'an de çavên xwe li jiyanê girt.
AMSTERDAM