Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Zennûr Ozdaş (Zerdeşt Şoreş) û Yûnûs Yildiz (Elîşêr Ahmed) û cenazeyê şervanê YPG'ê Ozkan Yildiz (Kamûran Amed) ê di şerê 22'ê Kanûna 2014'an de li Ebû Qesayîbê jiyana xwe ji dest da, ji Morga Tipa Edlî ya Amedê hatin wergirtin û birin Goristana Yenîkoyê. Di merasîma cenaze de Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak, Firat Anli, hevşaredarên navçeya navendî, rêveberên DBP'ê yên bajar û navçeyê, MEYADER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî amade bûn.
Darbesta gerîlayên HPG'ê û şervanê YPG'ê bi alên PKK, HPG û KCK'ê hatin xemilandin û li ser milan anîn goristanê. Girseya gel li vê derê bê navber ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û YPG'ê dirûşme qîriya û dijminê mirovahiyê DAIŞ protesto kir. Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Ozdaş û Yildiz li vir hatin veşartin.
Di merasîmê de ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin.
Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek li vir axivî û destnîşan kir ku lehengên Kurdistanê di vê rê de li ber xwe didin û wê li ber xwe bidin.
Apê Zennû Ozdaş Ramazan Ozdaş jî ji ber hesasiyet û eleqeya gelê Amedê spasiyên xwe pêşkêş kir û destnîşan kir ku ji ber komkujiyên tên serê gelê Kurd, ji Kurdan xwest tifaqa xwe pêk bînin.
Piştê Bavê Yûnûs Yildiz (Elîşêr Ahmed) Veysel Yildiz axivî û destnîşan kir ku şehîd ne tenê şehîdê wan e yê tevahiya gelê Kurdistanê ye.

Ji bo gerîlayên HPG'ê Ozdaş û Yildiz wê li Mala Şînê ya Dercimte ya Lice ya li navenda Amedê, serdanên sersaxiyê bên qebûlkirin. 

AMED