Ozdemir bi bîr ist ku artêşa Elman artêşeke parlemanê ye û endamên hem komên parlemanê dixwazin nîvê Îlonê biçin serdana 240 eskerên Elman ên li baregaha Încîrlîkê. Ozdemir li ser mijarê weha peyivî: “Weke parlemanter em dixwazin ka rewşa wan eskerên em dişînin ciyekî çawa ye.”
Di civîna bilind a NATO´yê ya dawiyê de jî serokwezîra Elmanya Angela Merkel û serokkomarê Tirkiyeyê R.T. Erdogan civiyabûn, lê aliyan li ser destûrdayîna serdana eskerên Elman li hev nekiribû. Aliyê Tirkiyeyê weke sedema vê qedexeyê qebûlkirina Qirkirina Ermeniyan li parlemana federal a Elmanyayê nîşan dide.
Merkel li ser hevdîtinê ji televizona dewletê re got, ew ê hîna jî hewl bide ji bo destûra serdana parlemanterên Elman a eskerên li Încîrlikê bistîne û weha dirêjî da gotinên xwe: “Ev cara yekem e di siyasetê de ku hevdîtineke pêşî bi kêra vê (destûrdayînê) nehat.” Eskerên Elman bi balefirên keşfê yên bipêşketî Awacs´an beşdarî koalîsyona li dijî DAIŞ´ê dibe û di vê çarçoveyê de 240 eskerên wê li Tirkiyeyê, li bargeha Încîrlîkê hatine bicihkirin.
BERLÎN