Doh me da zanîn ku rojnamevana kanala televizyonê El-Anê, Jenan Moussa derxistibû holê ku DAIŞ´iya bi navê Omaima Abdi ya ji Hamburgê çûye nav çeteya DAIŞ´ê li Sûrî, piştre dîsa vegeriya Hamburgê û weke ku tiştek nebûbe, li wir dimîne. Di nûçeyê de diyar dibû ku bi belgeyên di telefona Omaima Abid de hatine dîtin, wê rahiştiye sîlehê, kurê wê yê piçûk jî. Gava ku rojnamevan diçe navnîşaneke di telefona wê de ya li Hamburgê keça wê derî vedike û dibêje, diya wê ne li mal e, lê çûye kar. Karê wê jî tercûmanî ye.

Haya polîs jê heye!

Jenan Moussa ji polîsê Elman pirsî ka haya wan ji vê yekê heye, polîs jî di ser hesabê xwe yê twitterê bersiv da û got, “Haya me ji vê meseleyê heye”.

Lê em jî li vir dipirsin, heger haya we ji meseleyê heye, ka hûnê ji bo destpêkirina dozekê karekî bikin, Omaima Abid ji ber sûcên li dijî mirovahiyê kirine bi endametiya DAIŞ´ê gelo wê bê dadgehkirin.

Parlamentera eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemir jî li ser pirsa me da zanîn ku wê li ser mijarê pêşniyaz pirsek amade kiriye; ew ê pirsên li ser mijarê ji hikûmeta eyaletê bike û heger li gorî adetê bersiv bê dayîn, di nava hefteyekê de ew ê bersiva pêşniyaz pirsa xwe bigire. Em jî hêvî dikin ku helwêsteke zelal a hikûmetê bibînin di wê bersivê de ku wê li dijî DAIŞ´iyan be û li gorî daxwaza dadgehkirina wan be.

 

 HAMBURG