Ozgur Gun TV ji ber zextên AKP’ê hate reşkirin


Ekranê Televîzyona Ozgur Gun tv ku li ser Dijîsat’ê weşanê dike ji ber di navbera dijîsat û RTUK’ê de peyman nihat nûkirin di 15’ê sibatê de hat reşkirin. Ligel ku biryar wekî teknîkî tê nîşandan jî tê fikirîn ku Hikûmeta AKP’ê ji ber televîzyona Ozgur Gun tv weşana muxalîf dike ekranê wê hatiye reşkirin. Midûrê Nûçeyan ê Ozgur Gun tv yê Omer Tur têkildarî reşkirina televîzyonê axivî û diyar kir ku Hikûmeta AKP dixwaze li Tirkiye weşangerî bi yek reng û dengî bê kirin û anî ziman ku televîzyona wan ji ber zextên Hikûmeta AKP’ê hatiye reşkirin.
Tur dazanîn ku piştî reşkirina Ekrana Ozgur Gun tv malpera wan a Înternetê jî ji hêla Serokatiya Ragihandina Telekomînîkasyon (TİB)ê ve hatiye astengkirin û pirsa ger pirsgirêk teknîkî be çima malpera me ya înternetê hat astengkirin ji rayedarên hikûmeta AKP’ê kir.
‘Zextên AKP’ê yên li ser çapemeniya azad’
Tur destnîşan kir ku li Tirkiyê zext li hemberî tevahî Saziyên çapemeniya Azad heye û bang hempîşeyên xwe yên li Herêma Federal a Kurdistanê kir û xwest ew jî wekî rojnamegerên ji bajarên Tirkiye tên Amedê nobetê digirin piştgiriya xwe bînin ziman.
Tur di dawiya axavtina xwe de got ku ligel hemû zextan ew ê weşana xwe ya herêmî bidomînin û got ku dê xebatên wan ên ji bo weşana li ser Satelayta Turksatê û yên din bidome.
AMED
