Şandek ji Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan PADÊ çû serdana Zerdeştiyên li bajarê Silêmaniyê. Şande ji aliyê nûnerên Zerdeştiyên bajêr ve bi kefxweşî hat û pêşwazikirin. Di serdanê de her du aliyan peyama yekitiyê anî ziman û got; “Êzîdî, Yaresanî û Zerdeştî 3 olên sereke ne û ti carî pişta hev bernadin. Tişta li hemberî Êzîdiyan, tê hemberî me jî, divê serdanên me ji bo hev zêdetir bin. Em tevlî hemû merasîmên hev bibin.”

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ