Serokwezîrê Tirk Erdogan, bi vê pakêtê dîsa pesnê xwe da û diyar kir ku wan daxwazên 72 milyon welatiyên Tirkiyeyê li ber çavan girtiye. Erdogan bi gotina “Min di nava 72 milyon ‘welatiyê’ xwe de cudahî nekiriye” û aşkera kir ku hemû pakêt li ser mafê kesan hatiye amadekirin. Erdogan dîsa daxwazên civakê wekî mafên tekakesî girt dest û daxwazên gelê Kurd ên bingehîn nexist rojeva xwe. Erdogan, îdia kir ku wan di qada siyasetê de guhertinên mezin kirine û ji bo hilbijartinê 3 pêşniyar kirine. Erdogan bi pêşniarên xwe yên têkildarî benda hilbijartinê li aliyekî qanûnên darbeya faşîst a wekî benda ji sedî 10’î parast û li aliyê din jî binve binve bi pêşniyareke ji vê xerabtir dixwaze ku bi ‘herêmên tengkirî’ rê li ber siyaseta demokratîk bigire.
Erdogan naskirina perwerdeya bi zimanê dayikê ya li dibistanên taybet jî zimanê Kurdî ji qada cemaweriyê bi tevahî derdixe. Li dibistanên taybet jî dê pîvan û sînorê perwerdeyê di destên Wezareta Perwerdeyê de be. Erdogan behsa daxwaza Kurdan a “Bila Kurdî bibe zimanê fermî” jî nekir û îdia kir ku her kes dikare bi zimanê zikmakî siyasetê bike lê siyasetmedarên ku ji ber bi Kurdî axivîne û hatine girtin ji nedîtî ve hat. Erdogan, got ku her kes dikare serbest di demên hilbijartinê de propaganda bike, lê behsa zimanê zikmakî wekî zimanê fermî dê di makeqanûnê de cih bigire ya negire neanî ziman. Serokwezîr Erdogan li dibistanên seretayî rakirina ‘Sonda me’ jî wekî serkeftineke mezin nîşan da.
Kurkçu: Pakêt xizmeta pêvajoyê nake
Parlamentera BDP’a Mêrsînê Ertugrul Kurçu der barê ‘pakêta AKP’ de axivî û dest nîşan kir ku ‘pakêt’ xizmetê pêvajoya çareseriyê nake û wiha got: “Ev pakêt demokratîkbûyînê ava nake.” Kurkçu diyar kir ku di aliyê pêvajoya çareseriyê de di nava pakêtê de daxwazên gelê Kurd cih negirtine. Kurkçu di pakêtê de cihnegirtina rewşa dîlên azadiyê yên di girtîgehan de jî bi tundî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê di TMK’ê de guhertin bihata kirin lê nehat kirin.” Kurkçu der barê perwerdeya zimanê dayikê de ya di xala ‘pakêta AKP’ de jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev gav wekheviyê ji holê radike û ji bo kesên ku perê wan hene dikarin perwerdeya zimanê dayikê bibînin hatiye avêtin.”
Kanar: Pakêt xizmeta aştiyê nake
Prz. Ercan Kanar ku gelek caran ketiye dozê cezayan der barê ‘pakêta AKP’ de axivî û diyar kir ku pakêt xizmeta ji bo aştiyeke nake. Kanar destnîşan kir ku ‘pakêt’ daxwaza perwerdeya zimanê dayikê ne bersivandiye û wiha got: “Di aliyê qanuna TMK’ê û girtiyan de tu guhertineke nehatiye kirin. Benda hilbijartinê nehat rakirin. AKP her tiştî li gorî xwe amade kiriye. Bir kurtasî ev pakêt xizmeta aştiyê nake.”
Di ‘pakêtê’ de tu tiştek derneket
Cîgira Hevserokên BDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî xalên ‘pakêta demokratîkbûyînê’ ya AKP’ê de axivî û diyar kir ku tu cudahiyeke vê pakêtê ji pakêtên din ên ku hatine aşkerekirin tuneye û wiha got: “Di aliyê qanuna TMK’ê tu tişteke jixwe nehatiye kirin. Divê ev qanun bihatina rakirin. Di aliyê perwerdeya zimanê dayikê de jî alozî heye. Nêzîkatiyeke ku kesên perê wan hebin dê li dibistanên taybet fêrî ziman bibin heye. Gelê Kurd jixwe heta niha zimanê xwe parastiye. Di aliyê serbestberdana siyasetmedarên girtî de jî di ‘pakêtê’ de tu tiştek derneket. Di aliyê riya siyasetê li PKK’iyan vebibe de jî tu tiştek di ‘pakêtê’ de derneket. Di aliyê sererastkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî di ‘pakêtê’ de tu tişteke derneket.”
Pakêt daxwazên gel ne bersivand
BDP Îdirê têkildarî aşkerekirina ‘pakêta demokratîkbûyînê’ li ber avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de serokê BDP’a Îdirê Mehmet Anar, serokê HDP’a Îdirê Yusuf Yildirim, Şaredarê Îdirê Huseyîn Malk û gelek welatî amade bûn. Di daxuyaniyê de serokê BDP’a Îdirê Mehmet Anar axivî û diyar kir ku pakêt ji bo daxwazên gel nebûye bersiv û wiha got: “Serokwezîr pakêtê li gorî xwe çêkiriye. Em di aliyê perwerdeya zimanê dayikê de ku di pakêtê de dihat gotin ku li dibistanên taybet bê dayîn rexne dikin.
Epozdemir: Pakêt vala ye
Serokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Firat Epozdemîr têkildarî ‘pakêtê’ got ku der barê qanûnên dijdemokratîk de têkildarî rakirina wan û guherînên bingehçn ên li ser wan di pakêtê de sererastkirinên bi vî rengî tune ne. Epozdemîr bi lêv kir ku têkildarî daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî jî sererastkirinên wekî dibistanên taybet di vê mijara jiyanî de gelek qels e û ev yek bi vî awayî nayê qebûlkirin. Epozdemîr bal kişand ser ku gelek xalên di pakêtê de hatine destnîşan kirin ênwekî hevserokatî, propogandaya bi Kurdî ji aliyê BDP’ê ve hatine pratîzekirin ji ber vê yekê nûbûneke zêde tune ye û pakêt dûrî bendewariyan e.”
Keskin: Gelekî kêm û qels e
Parêzer Eren Keskîn jî têkildarî sûcên nefretê ku di pakêtê de cih girtibû wiha axivî: “Belê girîng e ku sûcên nefertê ketine pakêtê, lê dîsa j îli cihê di bin banê dewletê de avakirina saziyeke ji bo şopandina van sûcan divê ku saziyên civaka sivîl bi vê erkê rabin.” Keskîn têkildarî hevserokatiyê jî bi bîr xist ku pergala hevserokatiyê berî dewletê jixwe Kurd bi kar dianîn. Keskîn di axaftina xwe de bal kişand ser ku têkildarî şîdeta li ser jinê jî di pakêtê de tu tiştekî tune ye. Keskîn diyar kir ku di pakêtê de têkilşdarî rewşa girtiyên nexweş û siyasî jî tu tiştekî tune ye û wiha axivî: “Heke ku bi rastî jî pakêt têkildarî pêvajoya çareseriyê hatibe amadekirin ez vê pakêtê gelekî kêm û qels dibînim.”
DÎHA/ENQERE