Nûnerên Komîsyona Malbatên Şehîdan, PYD û Civaka Îslamî ya Kurdistanê li vir axivîn û gotin, "Divê em xwedî li şehîdan derkevin, bîranînên wan bidin jiyîn û hêjayî têkoşîna wan bin."
Li bajarê Elmanya Stuttgartê,bi mebesta bîranîna berxwedêrê şehîdên 14 e Tirmehê roja şemiyê li navenda Komele ya Civaka Demokratika Kurd a Stuttgartê merasîmek taybet hate li darxistin. Merasîma mijara gotinê,ji aliyê Komisyona Malbatê Şehîda a Stuttgartê ve hate organîzekirin. Merasîm li navenda Komele yê bi beşdariya gelek malbatên şehîdan û Kurdistaniyên li heremê dijîn, pêşî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadî û demiokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir .Di merasîma bîranînê de,serokê Komisyona Malbatên şehîda a Stuttgartê Burhan Uci bernama merasîmê pêşkêş kir. Di merasîma bîranînê de li ser navê girseyê Arif Engizek, axivî û wiha got,tişta herî zor û zehmet axaftina li ser şehîdane.
Gerîlayê HPG’ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî-Cemo) ê li Erzînganê jiyana xwe ji dest da, li paytexta Fransa Parîsê hat bîranîn. Bîranîn, li Navenda Çanda Kurd a Cegerxwîn a li herêma Villeneuve Saint Georges a Parîsê pêk hat. Gelek kes di bîranînê de amade bûn. Di bîranîna ku bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistan û cîhanê destpê kir, nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan Hayrî Karadag axivî.
BERLÎN/PARÎS