Çekdar Rêdûr ê li Dêra Zorê şehîd bû, li bajarê Nantes ê Fransayê hate bibîranîn.
Çekdar Rêdûr (Mazlûm Çîmen) 17'ê Çile li Dêra Zorê di pêngava li dijî çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûbû.
Merasîma bîranînê ya li Nantesê bi beşdariya hezar kesî pêk hat. Siyasetvanê Kurd Kemal Aktaş jî beşdarî bibîranînê bû. Aktaş piştî rêzgirtinê axivî û got, gelê Kurd bi dayina berdêlên giran li zindanan, li çiyê û li her qada jiyanê xwe gihandine vê rojê.
Aktaş bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û banga xwedîderketinê kir. Di dawiya merasîmê de sînevîzyon hate nîşandan, dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin gotin û mewlûd hate xwendin.
Gerîlayê HPG'ê Rojhat Guevera (Ozgur Uçucu) yê li Dersimê şehîd bûyî, li bajarê Fransayê Marsîlyayê hate bibîranîn. Di merasîmê de gelek kes amade bûn. Kemal Guler li vir axivî û got, "Wezîfeya me ye ku em têkoşîna şehîdan bidomînin."
ANF / MARSÎLYA