Doh rêxistina Tevgera Azadî ya herêma Raperînê, çalakvanên siyasî û sivîlên Rojhilatê Kurdistanê û PYD’ê li Ranye serdana goristana şehîdan kir û peyamên vegotin. Serdan bi rêzgirtina ji bo ruhê şehîdan dest pê kir.
Di serdanê de li ser navê Tevgera Azadiya Komelga Kurdistanê Seyîd Xalid di destpêka axaftina xwe de cejna Remezanê malbatên şehîdan û Abdullah Ocalan û Kurdên welatparêz pîroz kir û ragihand ku ew wek deyndarê şehîdan, ewê rêya hemû şehîdên azadiyê bişopînin û hêvî û armancên şehîdan bi cih bînin. Xalid berxwedaniya li çar parçeyên Kurdistanê bi bîr xist û got: “Îro li seranserî Kurdistanê keç û xortên me li hember dagirkeran ji bo parastina maf û azadiya gelê me, di nav tekoşînê de ne. Hemû cîhan jî dizane, îro gelê Kurd di her çar parçeyên Kurdistanê pêşengtiya xebateke demokratîk û wekhev dike. Ji ber wê divê her aliyek rêz li wê xebat û têkoşînê bigre.”
Xwediyê vê axê şehîd in
Piştre li ser navê çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê Zagros Rojhilat jî cejna Remezanê li hemû malbatên şehîdan, Abdullah Ocalan, gerîla û pêşmergeyan pîroz kir û got: “Hêvîdarim cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya Rêber Apo, rawestana şer, xweşî û aşîtiyê. Em careke din soza xwe ya li hember şehîdan nû dikin û dibêjin şehîd xwediyê rast yê vî welatî ne.”
RANYA