Cenazeyên Şahîn Qereçox ê bi eslê xwe Fransî û Elî Xebat ê ji Başûrê Kurdistanê, bi merasîmeke di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin.
Ji bo wergirtina her du cenazeyên şehîdên YPG`ê xelkê Dêrik û Girkê Legê berê xwe da Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li Dêrikê. Xelkê herdu cenaze wergirtin û ber bi deriyê Sêmalka yê sînorê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de ketin rê. Bi gihandina deriyê Sêmalka re, malbata şehîd Elî Xebat ya ji Başûrê Kurdistanê gihaşt deriyê Sêmalka ku beşdarî merasîma kurê xwe yê şehîd bibe û bi sedan şervanên YPG`ê û hêzên enternasyonalîst rêûresmeke eskerî li dar xist. Piştî ku rêûresma eskerî bi dawî bû, Baran Qereçox û Ciwan Fransa ku hevalên şehîd Şahîn Qereçox in, axivîn û soza dewamkirina rêya şehîdan dan.
Bêyê wan nedibû
Fermandarê YPG`ê Elî Dêrik jî li wir axivî û got, serkeftinên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya şehîdan pêk hatine. Dêrik got: “Şehîd rêberên gelan in, ne ji wan bûya em nedigihîştin merheleyên dîrokî.”
Dêrik her wiha destnîşan kir ku şehîd Elî Xebat yek ji kesên destpêkê ye ku dema DAIŞ kete Mûsil û Şengalê, bersiva hawarê da, ti carî gavek bi paş ve neavêt heta ku gihişt asta şehadetê.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin. Nasnameya şehîd Şahîn radestî hevalên wî kir û ya şehîd Elî Xebat radestî bavê wî kir. Bavê şehîd Elî Xebat got, ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e.
Bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan her du şehîd derbasî deriyê Sêmalka yê başûrê Kurdistanê kirin.
DÊRIK