Şehîdên mêha Cotmehê li bajarê Heilbronnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin bibîranin. Meclîsa herêmê civîna bibîranînê bi rê ve bir.

Civîn dawiya hefteyê pêk hat û di serî de malbatên şehîdan û bi dêhan  Kurdistanî beşdar bûn. Siyasetvanê Kurd, Nûman Serhat li vir bal kişand ser fedakerî û maneya pakrewanan û got, “Hemû şehîdên Kurdistanê ji bo tekoşîna azadiya gelê Kurd û Kurdistanê, li ber xwe dan û şehîd bûn. Her şehîdekî me, gelê Kurd bêhtir nezîkî azadiyê kir.”

Numan Serhat paşê got “Xwedîderketine li şehîdan ew e ku di hamû çalakiyên xwe de cihê xwe bigire û şorêşa azadiyê xurttir bike. A herî muhim jî ji bo Rêber Apo hertim li kolanan be.”

Piştî axaftinan ji bo şehîdan mewlûd hat xwendin.

 

HEILBRONN