Şervanên ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, li gelek navendên Ewrûpayê hatin bibîranîn.

Fatoş Saglamgoz a ku sala 2003’an ji bo zext û pêkanîn li dijî Ocalan şermezar bike, bedena xwe dabû ber agir, li bajarê Swêdê Goteborgê hate bîranîn. Li Bremenê jî ji bo bibîranîna pakrewanan xwarina xêrê hat dayîn.

Çalakiya bîranînê ya li Goteborgê, li meydana Gustaf Adolf ku Saglamgozê bedena xwe lê dabû ber agir, pêk hat. Kurdistaniyan meydan bi kulîlkan xemiland û gelek find pê xistin. Girseya gel piştre çû goristanê, û destegul û kulîlk danîn ser gora Saglamgoz.

Komeleya pakrewan û wendakiriyan, KOMAW’ê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Elmanyayê Bremenê, ji bo xatirê pakrewanên Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd, taştê da. Nûnerên KOMAW’ê û xizmên gerîlayên li Bremenê beşdarî kombûnê bûn.

Têkoşerên MLKP´ê hatin bibîranîn

   

Civîna bibîranînê ya li bajarê Holandayê, Den Haagê jî bi dirûşma “Em ê faşîzm û mêtingeriyê li ser şopa nemiran têk bibin” pêk hat. Di civîna biranînê de, sînevîzyonek li ser têkoşîna şervanên MLKP’ê hate nîşandan û peyamên dilsoziya bi pakrewan re hat dûbare kirin.

Li bajarê Fransayê Bordeauxê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin û bi sedan kes beşdar bûn. Nûnerên gelek partiyên li Bordeauxê, Rêxistina Jinên Komunîst li Ewrûpayê ya MLKP’ê û Komeleya Çanda Demokratîk a Kurd a Bordeauxê axivîn û peyamên piştgirî û yekîtiyê dan. 

 

NAVENDA NÛÇEYAN